2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Dehatuyeke reş ji bo gelê Kurd ne rewa ye
2015-09-07 12:55
Meclîsa Partîyê a Partîya Maf û Azadîyan/ HAKPAR roja 5’ê Êlûna 2015’yan li Enqerê civîya. Meclîsa Partîyê ji bo raya gişti û çapemenîyê vê agadarêiyê rageyand.

“Li Turkîyê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê (Pûşber) qeyranek destpêkir.AK PARTİ, bi tena serê xwe nebu iqtîdar.Lê ew peyama ku civatê dabu ji alîyê wan partîyên ku ketibun parlementoyê ve nehate bicî kirin.Di şûna ku bihev bişêwirin û pirsgirekan çareser bikin, ewan dijberîyê domandin.Lewra parlementoya heyî, nekarî ku koalîsyonek çêke û hikumetek nu ava bike.

Turkîye ji bo ku ji vê qeyranê derkeve roja 1’ê Çirîya Pêşîn biryara “careke din” hilbijartinê da..

Tundî û pevçûn ji, di gel qeyrana desthilatdarîyê kete ser rê.

Ew qonaxê ku jê re gotin” pêvajoya Çareserîyê” ku bi armanca bêçekkirin û vekişîna dervayê sînor a PKK’ê,herçend Öcalan piştgiri lêkir jî;ne çû serî û ne qedîya.

Civatê, piştevanîya berdana çekan kir û dazanîn ku divê tekoşîn di warê sîyasi de were meşandin, li ser vê yekê piştgirîya HDP’ê kir û 80 parlemen pêşkêşî wan kir.Lê,ya ku gel hêvî dikir nehate cî.Di şûna aştîyê de,şer û pevçûn destpê kir, PKK careke din, dest avête çeka û çekbidest derkete meydanê.

PKK demeke dirêje ku di got “pêvajoya çareserîyê” qedîyaye û lewraye ku ew dev ji çekan bernadin.Li dawîyê li Sirucê buyer qewimî ku hate gotin kaşo DAİŞ ev yek kiriye,PKK vê buyerê kir hincet û dest bi çalakîyên çekdar kir.Hikumetê jî, pêre bi balafirên şer binke û baregayên PKK’ê bombebaran kir.

Şerxwaz bi mirazê xwe şa bun û Kurdistan careke din bu qada şer.

Barê here giran a vê rewşê dîsa kete ser pişta gelê Kurd.Kuştin û mirin dilê dayîkan dişewitîne,bajar û bajarok û wargehên Kurd ku bi hestên netewî tên binav kirin,sedem vî şerê kirêt û qirêj, vala dibin, kavil dibin.Gelê Kurd careke din mecburê koç kirinê tê kirin.Wisa xuya dike ku wê disan gund û bajar vala bibin,wêran bibin, li gelek cîyên Kurdistanê wê jîyana civakî têk here.

Lewra seyare têne sûtandin, kargeh têne agirbarandin,rê têne girtin,dîsan li ser navê şer tacir û esnafên welat têne bac û ricim kirin,zordarîyek nu li ser gel tê sepandin,Tacir û karmend ji Kurdistanê direvin,jîyana aborî û hilberînê ber bi seknandinê ve dimeşe.

Li metropolan, li taxên Kurda, her roj rê têne birîn,Molotof û fişekên hewayî têne avêtin.Sedem vê rewşê girseyên gel bêzar in. Esnaf û bazirganên biçûk sedem daxistina kepengan,nema alvêrê dikin û lewra nikarin deynê xwe bidin, di rojên qewilkirî de çek û senedên xwe bidin.Bi kurtasî tacir û esnaf û bazirgan ber bi miflîsîyê ve diçin.Tundî û dijwarîya ku tê meşandin bi amanca tirsandina gel û her wiha “tedip kirina” gel tê kirin.Tê xwestin ku, qenc yan xirap; her kes bi ya wan bike, tu kes ji xeberê wan dernekeve, herkes li ber fermanênê wan kemerbeste be, û hemu fermanên wan werin cî.

Qada siyaseta Kurdî tê beyarkirin,tedahî li ser hêzên curbecur yên Kurdistanî tê kirin da ku civat ji pirrengîyê veqete û bibe yekreng.Wesayeta hêzên çekdar ku ji alîyê çengek mirov ve tê qumandar kirin, siyasetê bêber dike,dixesîne.Tê xwestin ku jîyan di bin sîya çekan de were meşandin.Sîya çekan bi ser hemu warên jiyanê ve were dagirtin.

Dehatu, ji van rojan ve tê ava kirin.Gelê Kurd ne mehkumê dehatuyek wiha reşbar e.

Dehatuyeke reş ji bo gelê Kurd ne rewa ye.

Meşandina vê rewşê nayê qebul kirin.

Ev şer, şerek bêwate û qirêj e,tu feydeyek nade tu kesi,bi tu hicetek nayê rewa nişandan.Bizuyî divê ev şer were seknandin.

Lazime dewlet dev ji operasyonan bedre,,PKK jî,çekan rawestîne, binax bike.

Pirsgirek tenê bi şêwazên şariste û demokratik werin çareser kirin.Guftugo û mişawere ji nuve destpê bikin û ev bayê reş ji ser nefesa gelê Kurd bidur bikeve.

Armanc û erka siyasetê ne hilweşandin,xera kirin, wêran kirin, kuştin û histêr barandin e. Armanca siyasetê çare dîtin û çareserkirina pirsgirekane. Kuştin tu tişti safi nake,berevac pirsgirekan girantir dike.Kuştin hilberina pirsgirekên nû ye.

Emê weki Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR di vê hilbijartina pêşiya me de, li ser navê HAK-PAR’ê beşdarê hilbijartinan bibin.Emê ji bo çareserkirina pirsgirekên heyî, rê û şêwazên aştiyane, şariste û demokratik pêşnîyar û pêşkêşê gelê Kurd bikin.

Bi raya me bijartina rê û şêwazên aştiyane û demokratik erkek dirokiye. Kesên ku aştiyê dixwazin û terefdarê demokrasi û pirdengîyê ne, ji bo wan, banga me ev e: Werin bi HAK-PAR’ê re hevalbendi û hevkariyê bikin. HAKPAR hazire ku digel hemu hêz û kesên aştixwaz û demokrat û welathiz hevkarîyê bike, têbikoşe.”

MECLÎSA PARTÎYÊ A HAK-PAR’Ê
Print