|
Li Viyenayê pirtûkxaneke zarokan vebû |
2015-09-27 23:57 |
|
Yusuf Budak
Di 26 ê İlonê 2015 an de li Viyena pirtûkxana zarokan yekem hat vekirin. Berpirsîyarê pirtûkxanê mamoste Chadwick Williams axaftina xwe de bal kişand li ser pêwîstîya zimanê dayîkê.
Birêz Chadwick Williams bi teybetî wiha got:“Pirtûkxana me de ji hevdû cûda bi 30 zimanan pirtûk hene. Ji hemû zimanan 100-î zêdetir pirtûk hene. Zarok dikanin bên serdanîya me û bi pirtûkên zimanê dayîka xwe bixiwînin. Lê belê em pirtûkan nafiroşin û dên nadin zarokan. “
Piştra grûba zarokan bi zimanê Elmanî û İngîlîzî helbest xwendin. Beşdaran jî bo zarokan çepik lêdan.
Di pirtûkxana zarokan de pirtûkên bi zimanê Kurdî jî hene. Dimîne li ser dê û bavan û mamosteyên zimanî kurdî ku ew berê zarokan bidin xwendina pirtûkên kurdî ku li vê Pirtûkxanê hene..
|
|
|
|