2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Perwerde û hînkarî divê bi zimanê zikmakî be
2015-09-28 16:47
DİVÊ HÎNKARÎ û PERWERDEYA TURKİYÊ Jİ NAVÊ “PERWERDEYA MİLLİ” NECAT BİBE

Sala nu a perwerde û hînkarîyê dest pê kir. Nêzîkê 18 milyon xwendevan wê herin dibistanan. Ji van bi sed hezarên wan bi eslê xwe ne Turkin. Kurd, Ermen,Rum, Laz,Boşnak û Erebin yan jî, ji eqalîyetên curbecurun. Pir kes ji wan, helbet Kurdin. Ev xwendevanên di dibistanan mixabin ku wê bi ziman û çanda Turkî werin hînkirin û perwerde kirin. Ewê xasyetên xwe yên netewî li derva bihêlin û wisan gav bavêjin nav holên dibistanan.

Bi sed hezaran zarokên Kurd sitûxwar wê herin dibistanan. Li dibistanên Kurdistanê, babeta dersê wanê yekem, bêguman wê ”Ez Turkim” be. ”Turkim, rastim, Zirekim”. Paşî wê bi wan bidin jiberkirin ku:dibêjin ”Hebuna min bila fidayê hebuna Turkayetî be” û piştre ji, bi hezaran car hevoka” Yên herî serfiraz ewin ku dibêjin em Turkin. ” dubare bikin. Yanî zarokên Kurd wê derewan û xapandinê dest bi xwendinê bikin.

Li Turkiyê di van deh salên rabirdî de, di warê ziman,çand, edebîyat û hunerî Kurdî de gelek gavên giring hatin avêtin. Zimanê Kurdi ji qedexebunê xelas bu. Radyo û Televizyona dewletê dest bi bernameyên Kurdî kir. Di du zankoyan de beşê edebiyat û zimanê Kurdi dest bi hînkarîyê kirin,raya fermi a dewletê ku li ser red, inkar û asîmilasyonê ava bibu, guherî,hebuna Kurdan hate qebul kirin. Belê ev yek beramber bi demên borî gelek tiştên giringin. Her çend ku serbestbuyina zimanê Kurdi û qebul kirina hebuna gelê Kurd, di destura giştî û zagonan de cih negirtibe jî, disan serbestbuyina ziman dibe sedemê zindemayîna ziman.

Di vê salê de jî, bi sed hezaran zarokên Kurd,wê nema karibin bi zimanê dê û bavan bi zimanê zikmakî perwerde bibin û hîn bibin. Lewraye ku roj biroj wê ji xasyetên xweyên netewî dûr bikevin û bîyan bimînin. Zarokên Kurd wê bi zimanek bîyan dest bi hînbuyîna derdor û dinyayê bibin. Ev yek tiştek gelek cefakare. Bir û raya zarokên Kurd wê biguhere, feraset û fêma wan wê kêmkar birêve here. Sedem ku ne bi zimanê xwe perwerde dibin wê her tim xwe kêm bibînin. Zimanê dayîka xwe bêfeyde û erzan û bêrumet hisab bikin.

Perwerde û hînkarî divê bi zimanê zikmakî be. Ew dewletên ku vî mafİ derdest dikin ew demokrat nayên hesab kirin. Demokrat ew kesin ku parezgar û piştevanê perwerdeya bi zimanê dayikin. Divê ev heqê sereke û xwezahî ku bi salanê ji Kurdan hatîye xesp kirin û dizîn,bi paşve were dayîn.

Zimanê Kurda hebuna Kurdaye. Eger hebuna Kurda bi fermî hatibe qebul kirin divê zimanê Kurdî jî bibe zimanek fermi û bibe zimanê hînkarî û perwerdekarîyê. Ew maf û berjewendîyên Kurdan ku do hatibun xesp kirin û îro serbest jîyana xwe didomînin, lazime bikevin bin ewlekarîya destura gişti û zagonan.

Li Turkîyê hê jî di hemu pirtuk û kovarên hînkarîyê û amûrên perwerde û hînkarîyê de,xal û raya Tekayetî û Turkayetî di ciyê xwe dene. Ev amur divê ji van xalên nijatperest, şoven û asimilasyonist werin paqij kirin. Pergala hinkarî,divê ji navê “Perwerdeya Milli” necat bibe. Lewra Turkîye welatek pirreng û pirdenge û divê li ser vê heqîqet û rastîyê ji nuve were sererast kirin.

Lazime di vê sala nu a perwerdeyê de, dê û babên Kurd cehd bikin ku bi zarokên xwe dersên Kurdî a Bijarte bidin bijartin. Helbet ev yek , bêsiudiyek mezine ku mirov zimanê xwe di hînkarîyê de, beramber bi zimanek biyan bibjêre. Lê ev jî di mercên îro de, keys û fesaleke di rêya jiyandin û fêrbuyîna zimanê Kurdi de.

Ji perwerdeya nijatperest, şoven û asimilasyonist re bibêjin na.

Divê pergala perwerde û hîkarîyê ji sepandin û bandûra hemu reng û xalên tekayeti û Turkayetî cuda bibe. Lazime navê wezareta perwerdekarîyê ku “ Perwerdeya Milli” ye were guhertin. Pergal û mifredat û naveroka hînkarî a Perwerde û hînkarîya Turkiyê were guhertin û li ser asas û binyatek pirdeng û demokratik ji nuve were damezrandin.

Em li ser navê Partîya me HAKPAR, bi sedema destpêka sala nu a perwerde û hînkarîyê ji hemu zarokên welat re serkeftin û hiş û mejîyek zelal û fêm û feresetek delal daxwaz dikin.

Latif EPÖZDEMİR
Cigirê Serokê Giştîyê
Partîya Maf û Azadîyan/ HAKPAR



Print