|
Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Fehmî Demîr û Serkirdayetiya HAK-PAR |
2015-10-26 11:23 |
|
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata xwedê jê razî Fehmî Femîr û Serkirdayetiya Partiya Maf û Azadiyan
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî Fehmî Demîr Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) gihîşt me ku li rûdanekî diltezîn da roja yekşem 25.10.2015 çû ber dilovaniya xweda. Bi rûdana vê karesatê gelek xemgîn buyîn. Serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û endam û alîgirên Hakparê dikin û em hevbeşê vê xema we ne. Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve xema we ya dawî bê û xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 25.10.2015 |
|
|
|