2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PARê dengê xwe sedî da sed bilind kır
2015-11-02 19:36
Hilbijartinên 1ê Çirîya Paşîn çêbûn. AK Partiyê dengê xwe 9 puan bilind kir, di sedi da 49 deng stend û êdi dikare hukumetê bi serê xwe çêke. Ango yê ku di vê hilbijartinê da bi serket AK Parti ye.

CHP gor 7ê Heziranê dengê xwe parastin.

Yê ku di vê hilbijartinê da winda kirin MHP û HDP ne.

MHP piştî 7ê Heziranê nexwest bikeve koalîsyonan, pêşniyarên CHP şunda vegerand, dijayetiya HDPê kir û bi vî awayî siyaset kilît kir. Xelkê jî got ez çima dengê xwe bidime MHPê?..

HDP ya ku bi 80 mebûsan ketibû parlamenê, qîmeta wê nezanî. PKK bajarên Kurdan cardin kir nav agir û şewatê, xelk aciz kir, rê li ber siyasetê girt û firsend neda ku HDP tiştekî bike. Bona vê gelê Kurd ji PKK-HDPê acız bû, rûyê xwe jê guhart.

Her usa, gelek kesên ku di hilbijartina 7ê Heziranê da li Rojavayê Tirkîyê dengê xwe dabûn HDPê, da ku ew ji barajê derbaz be, piştî rewşa dawî, ango piştî vê şer û şewatê poşman bûn û cardin deng nedanê. Bona vê yekê dengê HDP nêzî 3 puanan daket û bi zehmet baraj derbaz kir.

Bi vî awayî 7 puan ji MHP û HDP derbazî AK Partiyê bû.

Her usa ew partiyên dinê ku di Parlamenê da cî nagrin, di vê hilbijartinê da zêdetir heliyan û ji dengê wan jî qasî 2 puan derbazî AK Partiyê bû.

Dawiya dawî, eger AK Partî, careke din dengê xwe ewqas bilind kir, sedem şaşiyên mezin ê MHPê û PKK-HDPê ye.

Her usa, di vê hilbijartinê da partiyek ku bi ser ket, partiya me HAK–PAR e.

Ew partiyên ku di Parlamenê da cî nagrin, dengê wan di vê hilbijartinê da gor 7ê Heziranê gelek kêm bû, bi temamî ji sedi 6 kete sedî 2.

Tenê dengê HAK-PARê kîm nebû, lê sedî sed bilind bû. Dengê me gor 7ê Heziranê ji 58 hezarî giha 110 hezarî u derbaz bû, ango du qat zêde bû.

Baş dihate zanîn ku HAK-PAR nikare ji barajê bilind derbaz be û bikeve Parlamenê. Lê disa jî me denge heyî parast û serda jî 60 hezar dengê teze hat ji bo partiya me.

Yek ji sedemê vî tiştî ew e ku, di derheqê PKK-HDPê da hêviya gel şikîya. PKK dest bi şer kir û gel dît ku dengê xwe di avê da çûn. Her usa jî bi deh hezeran welatparêzên Kurd û mirovên demokrat, aşitîxwaz dîtin ku tu projeyeke HDPê tune ji bo çareseriya pirsa Kurt, lê ew xelkê me bi gotinên vik û wala dixapîne.

Her usa gelek kesê welatparêz, pêşverû û aştîxwaz hehwestê HAK-PARê ya dilsoz û bi prensîp dîtin û piştgiriya me kirin.

Bona vê yekê, yek ji serketiyên vê hilbijartinê HAK-PAR e. HAK-PARê li pêş bahoza xurt baş ber xwe da, hêza xwe parast û mezin kir.

Ev ji bo partiya me qonaxeke giranbuha ye. HAK-PARê hîn di hilbijjartinên herêmî yê sala 2014 da dest pê kir, kete riya mezinbûne û piştî du hilbijartinên teze da jî nîşan da ku ew alternatîf e.

HAK-PAR, him wek partiyeke ku çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê, ango federasyonê dixwaze, him jî bo pirsên heyî yên dinê xwedî proje û pêşniyarên baş e, ji bo avakirina civakeke azad, aşitîxwaz û demokrat hêvi ye.

EM Dİ RİYA RAST DA NE, Bİ PARTİYA XWE BAWER BİN, EMÊ Bİ SERKEVİN!

Her usa jî, em spas dikin hemû heval hogirên ku di vê encamê da para wan heye û hemû kesên ku dengê xwe dane me.

NECATİ BAYRAM
CÎGİRÊ SEROKÊ PARTİYA MAF Û AZADİYAN-HAK-PAR


2ê Çiriya Paşîn, 2015
Print