2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Mesûd Barzanî: Hêvîdarim sala nû bibe sala aştî û xweşîyê
2015-12-31 14:10


Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên xweşdivî

Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim sala 2016 bibê sala nemana şer û teror û pêkanîna aştî û xweşiyê li Kurdistan û hemû cîheke cîhanê da.

Li sala 2015 da Pêşmerge ji bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên neteweyî û olî ve qurbanî û xwînekî zêde da û bi navê parastina bihayên mirovayetî û jiyana medenî ya li cîhanê da li beramber mezintirîn hereşeya serdem da cangoriyeke kêmwêne nîşanda. Her wiha sala şikestdan û rawestandina Da"îş û sala serkeftinên mezin jî bû, li heman demî de salekî pir bi qurbanîdan û dijwar bû ji bo gelê Kurdistanê. Bi sedema berdewambûna birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Iraqê ve û daketina nirxê neft û zêdehiya xerciyên şerê berengarbûna terorê û mîhvandariya milyonek û heşt sed hezar koçber û penaberan, evan hemûyan jiyana xelkê Kurdistanê gelek dijwar kirine.

Lê belê Kurdistan xwediyê gelekî bihêz û zîndiye û dikarê bi baştirîn awayî sûd ji samanên xwe werbigrê. Ji bo wê yekê piştrastim paşarojeke gelek geş li benda wî dike. Li gel ewe da jî derbaskirina vê rewşa niha, tehemulekî zêdetir dixwazê û li vir da bi pêwîstî dizanim spasî bê payan li gelê Kurdistanê bikim ji bo xweragirî û helwesta wan berpirsiyarane. Her wiha Kurdistan pêwîstî bi yarmetiya welatên dost û hevpeymanane bo ku gelê Kurdistanê û hemû cîhan li şerê terorê da serbikevin, ji bo wê yekê daxwaz ji wan hemû dewletan dikim yarmetiya Pêşmerge û gelê Kurdistanê bidin.

Hemnîştîmaniyên delal

Bi navê çareserkirina wan giriftên li proseya siyasiya Herêmê da hatine pêş, li destpêka sala nû da li gel hizbên beşdar li Hikûmet û Parlemen û bi navê berjewendiya gelê Kurdistanê hemû hewlek didim bo ku ew girift nemînin û kêmasî û kêşe dûbare nebin û Parlemen û Hikûmet li ser bingeheke nû destbikar bibe. Di derbarê babeta Serokayetiya Herêmê jî carekî din daxwaz ji hemû partiyên muhlet wergirtî yên Herêma Kurdistanê dikim ku li gel hevdû da kombibin û dawiyê bi vê babetê bînin, yan biryar li ser sazdana hilbijartina Serok bidin, yan li ser destnîşankirina rêzdarek rêkbikevin ku heta hilbijartinên sala 2017 erkê Serokayetîkirina Herêmê bigrê stûyê xwe û ez jî bi hemû şiyanek palpiştiyê dikim, yan jî biryar li ser ewe bidin heta ku hilbijartinên 2017 rewş bi vî awayê niha bimîne, eve jî li ber şer û wê rewşa taybete ku Kurdistan têda derbas dibe. Daxwaz dikim dawiyê bi îstîxlalkirina babeta Serokayetiyê bînin û êdî ji bo westandina xelk û kûrtirkirina kêşeyan bi kar neynin. Ewê ji aliyê min ve girîng û pîroze Pêşmergayetiye û eger li her post û pile û payeyek da bim hemû hewlek ji bo parastina Kurdistanê didim û li şerê Da"îş û karkirina ji bo serbixweyiya welatê xwe de berdewam dibim.

Li rewşa niha de eve ji me hemûyan tê xwestin li şûna rikeberî û dijayetiya siyasî, hewla başkirina jiyana xelkê Kurdistanê bidin û sûd ji derfetên niha werbigrîn, bi taybetî ku navçe li guhertinên berdewam daye û gelê Kurdistanê niha ji hemû demeke zêdetir daxwaza yekrêziya me dike.

Her bi vê helkeftê ve daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim plana serkeftiyane deyne ji bo derbaskirina hemû dijwariyan û çaksaziyekî bingehîn encam bide. Piştrastim gelê Kurdistanê dikarê li ser dijwariyên niha paşarojl zal bibê û berev jiyaneke xweştir hengavan bavêje. Hemwelatiyên xweşdivî ji wê yekê piştrast dikim ku avadanî û geşbûna Kurdistanê destpêdike û kar ji bo bingeke aboriya bi hêz tê kirin.

Li vir da serê rêzgirtinê li ber bîranîn û ruhê paqijê şehîdên Pêşmerge ditewînin û tehemmula birîndaran dikim û hêviya başbûnê ji bo wan dixwazim. Spasî gedeyên xwebexşan dikim ku li şeran da qehremanane mil bi milên hêzên Pêşmerge li sengerê bergirîkirina Kurdistanê ne. Spasî gelê Kurdistanê dikim ku li vê şerê dijwar da piştevaniya hêzê Pêşmerge bûn û her wiha bi pêwîstî jî dizanim spasî welatên dost û hevpeyman bikim ku li şerê dijî terorîstan da palpiştê Pêşmerge bûn.

Hêvîdarim sala 2016 sala dawî hatina kêşe û qeyranan û sala serkeftina gelê me bê. Hêvî dikim li sala pêş da aştî û aramî li ser navçeya me da xwe bikêşê û dawî bi hizra şerangêziya teror û tundrewiyê û înkarkirinê bê û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê pêkbê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
http://www.presidency.krd/kurdil/
Print