2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Qampa Zivistanê ya KOMCİWANê
2016-01-05 11:50


Komciwan qampa xwe ya zivistanê di nav rojên 25.12.2015- û 30.12.2015 da li Almanya bajarê Eschwege da pêkani. Ji Almanya û swisre 50 zêdetir ciwan beşdarê qampê bun.

Şewa yekemin ciwanan jî bo kû hevdu nas bikin sahiyêki bicuk û leyistikeki li darxistin. bihevre lîstin. Piştê lîstikê Komciwan Hamburg bi diyariyeki hat xelat kirin.

Roja 26 ê mehê da Ethem ÇOBAN li ser ekaliyetên tirkiye yê agahî û semînerek pêskes kir..Piştê nivro workshop destpekir. Her kesekî li gorê xwestika xwe di workshop e kî da cih girt. Workshop 3 roj piştê nivro ya berdewam kir.

Erik MALCHOW li ser filmên animasyon workshopekî çekir û agahdarî da komciwanîya û filmêk animasyon çekir li ser penaberan.

Melanie Irmey li ser şano yê workshopekî çekir û şanoye ki li ser revîtîya penaberan lîstin.

Workshop a sêyemin li ser salsa bu û wî workshopê jî Inga LERCH çekir.

Roja 27.30 da Mehmet GÜLTEKİN ku niviskarê BASNEWS ê ye li ser literaturê kurdi û kurdolojîyê semînerek da.

Roja 28.12 Adir Jan Tekîn ku berê endamê Komciwan bu li ser tekîliya ciwanan û malbatê wan, her usa derbarê pirsgirekên ciwanan da gotareki pêşkeş kir.

Li qampê mêvanên Komciwan jî hebûn: Serokê Komkar Almanya Rohat GERAN û Serokê Komeleya Parêzerên Alman û Kurd Kahraman EVSEN hatin, serdana me kirin, di axaftinên xwe de gîringî ya xebata dervayê welat anin ziman.

Roja 28 ê mehêde her usan ciwanan ji bo qatliama Roboskî bîranînek li darxistin û li ser buyerên dawî yê li Bakurê Kurdistanê niqaş kirin.

Roja dawî Miriam HÖPPNER û Alexander KUSCHEL ji planpolîtîk hatin û ciwanan ra hin lîstikên polîtîkî lîstin. Şewa dawî projeyan workshopên hatin nişandan. Paşê ciwanan dîlan girt û bi hevra şabun. Komciwanîyan ji qampê pir kefxweş bun. Çalakîyên qampê bi serkeftî derbas bû


Print