|
Li bajarê Mannheimê jî Komiteya Piştgiriya HAK-PARê hat sazkirin |
2016-04-18 23:56 |
|
Rêxistina HAK-PARê li Ewrupa her diçe xurttir dibe. Roja 17 nisanê li bajarê Mannheimê civîna Komita Piştgiriya HAK-PARê pêkhat. Di civîna me da kesên ku bi dehan salan di refên Rîya Azadî de karkirine beşdar bûn. Li ser armanc û şêweyên piştgirîya bi HAK-PARê re gotubêj hatin kirin. Di civînê da emekdarên xebata rêxistinî ya kurdan li Almanyayê M. Ali û Adnan Sütçü wek axaftvan beşdar bûn. Ew bi girani liser rewşa welêt û siyaseta HAK-PARê sekinîn. Dûra hemû bêşdarvanan ditîn û ramanên xwe anîn zimên. Bi vî awayî civîn bû cîyê dilxweşîyê û moralekî bilind.
Di dawî ya civîna da, rêvebirên Komita Piştgiriya HAK-PARê hatin hilbijartin. Komita Mannheimê ji hevalên HAK-PARê yên qedirbilind wek Hüseyin Güler, Halit Kahraman û Şehmus Çakmak pêk hat.
Beşdarên vê civîna ku bi xwarin vexwarin hatibû amadekirin, sipasiya xwe pêşkeşî Zeycan Kahraman û Arîfe Munzur kirin ku bi amadekirina xwarinê keda xwe tevî amadekarîya civîna HAK-PAR Mannheimê kiribûn. Civîn bi serfirazi dawî hat.
Dengê Kurdistan-Münih Rênas Sütcü
|
|
|
|