2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Bangewazîya HAK-PAR Ewropa ji bo xwepeşandana 14. Gulanê li Kölnê
2016-05-08 23:59


Bangewazî

Çewa ku di çapemeniyê, her usa di medyayê da hatiye eşkere kirinê, ku di 14.05.2016 an da li bajarê Kölnê çalakiyeke mezin wê bê pêşkêş kirinê.

İnsîyatifeke azad ya kurdên Başûrê Rojava ji ber munasebeta salvegera 100 î ya peymana ku di 16.5.1916 an da, bi awayekî nepenî/dizî hatibû pêkanîn, dixwaze di bin duruşma « JI BO ROJEKE AZAD » dengê kurdewarî yê azadîxwaz bilin ke.

Ev peymana di navbera Rusya, Fransa û Ingilistanê da hatibû imzekirinê, lê ji piştî salekê Rusya yê xwe paşta vekişandibû, ji ber vê jî peyman di navbera Fransa û Ingilizistanê da hatibû imze kirinê.

Ev peymana bi navê François Georges Picot yê fransiz û Sir Mark Sykes(Sykes-Picot) tê nasîn.

Ji piştî şerê cîhanê yê pêşîn, ingiliz û fransizan welatê kurdan û gelek deverên rojhilata navîn û welatên ereban di navbera xwe da parevekirin.

Divê bê gotinê ku gelek welatên nû hatin afirandin, lê belê kurd û Kurdistan di navbera çar dewletan da hate parevekirin. Dewletên dagirker û hevalbendên wan yê ewropayî hetanî îro jî dijî maf û azadiyên kurda ne.

Insiyatîfa Rojava nexwast ku va salvegera 100 î ya vê peymana malwêraniya kurd û Kurdistan bê deng derbasbe, lê ew bangî :

- tevaya welatperweran

- tevaya azadîxwazan

Hemû kurdistaniyên ku, ala Kurdistanê ya rengîn bidin destê xwe û bixwazin dengê xwe têxin nava vî dengê azadîxwaz, dikarin roja şemiyê,14.05.2016 an da li bajarê Kolnê li meydana HEUMARKTê bi beşdariya xwe va mil bidin vê çalakiyê, dengê xwe ji bo duruşma « JI BO ROJEKE AZAD » bilind bikin.

Em wek KOMELA PIŞTGIRIYA HAK-PAR ya EWROPA piştgiriya xwe ji bo vê çalakiya Kurdperwer eşkere dikin û ji endam û aligirên xwe dixwazin, ku ew tev li vê çalakiyê bibin.

KOMÎTA KARGÊR

Not : Bi kerema xwe Ji xêncî ALA rengîn ya Kurdistanê tu sembol û alayên di gel xwe meynin.


Print