2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
ENKS li KOMKAR-Münihê civîneke agadarîyê çêkir
2016-05-22 00:18


Îro 21.05.2016 li komela KOMKAR-Münihê civînek ji alî ENKS va hat lidarxistin.

Mijara civînê li ser rewşa Surî ya îro bû. Civîn ji alîye birêz Ziyad va hat vekirin. Piştî rêzgirtina ji bona şehîdên Kurdistanê, li ser navê ENKS Rêzan Şêxmûs dest bi axaftina xwe kir. Şêxmûs li ser alozî û kaosa ku welat tê de ye gelek agadarî dan û rejîma Baas tawanbarkir. Herwisa li ser rola xirab ya PYD jî bi çend nimûneyan anî ziman û ew tavanbarkir.

Di civîne da birêz Mervan Suleyman jî axaft. Birêz Suleyman bandora İranê ya li ser pirsa Kurd da xuyakirin. Got Îran li heremê naxwaze dewletek kurdî yan jî dewletek federal a Kurda çêbibe. Herwisa herdu axaftevanan anîn zimên ku li her cihî ku partiyên Kurdên Rojava hene pêwîst e ku komitayên ENKS bên avakirin.

Bi navê Komîtaya Piştgirîya HAK-PAR Evrupa birêz Adnan Sütcü jî bîr û raya partiya xwe di derheqa pirsa Kurd a li Rojavaye Kurdistanê anî ziman. Sütçü got ku hîna ji destpêkê de ray û dîtina HAK-PARê derbarî Kurdistana Surîyê de ew bû ku çareserîya herî realîst avakirina sîstemeke Federalî ye. Ciyê kêfxweşîyê ye ku îro partî û hêzên siyasî yên Rojava li ser vê fikrê xebat û têkoşîna xwe dimeşînin.

Serokê KOMKAR-Munîhê M.Alî Doğan, di axaftina xwe de derbarî şaşî û xirabîyên PYD/PKK da axıfî û got ku ji sîyesetmedarên Kurdıstana Bakur de yê ku bi biryar dijî van van şaşî û xirbîyan radiweste tenê tenê Kemal Burkay û hevalên wî ne. Partiyên din di vî warî de hertim siyasetedek dudilî ya bê îstikrar meşandine. Nêzîkbûna wan bi vî şêweyî bûye piştgirî ji bo xurtkirina sîyaseta PKKê.

Rênas Sütcü
Denge Kurdistan - Münih



Print