2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Ludwigshafen komeleyek nû ya KOMKARê hat damezrandin
2016-10-17 12:15


Rênas Sütcü / Dengê Kurdistan

Cîhê şanazîyê ye ku li Ludwigshafen komeleyek nû ya KOMKARê hat avakirin. Duh -16.10.2016- li Ludwigshafen bi beşdarbûna endam û dostên KOMKARê komcivînek gelek bi rêzdar û bi berhem hat li darxistin.

Komîteya amadekirina komcivînê, civînek gelek balkeş amadekiribû. Li ser navê komitaya amadekar birêz Hüseyin Güler vekirina komcivînê kir. Wek tê zanîn kekê Hüseyin du hefte berê birayê xwe û apê xwe wendakiribû. Em spasiya xwe pêşkeşî kekê Hüseyin dikin ku rewşeka wusa da tevî Komcivîne bû. Her wusa bona rêvabirina komcivînê birêz Adnan Sütcü berpirsyarê KOMKAR yê başurî Almanya , birêz M.Ali Doğan serokê Komela KOMKAR ya Munih e û ciwanê komela me nu ya Ludwigshafen’ê Baran Kahraman hatin hilbijartin. Piştî rêzgirtina bona şehidên Kurdistanê kar û xebat a komitaya amadekar birêz Hüseyin Güler û birêz Halit Kahraman anî zimên . Her wusa bêşdervan jî bir û raya xwe derheqa komelê da gotin û pîroznahîya xwe pêşkeşî dîwanê kirin. Di xala rojevê ya hilbijartina revêbiriya komela Mala Gelê Kurd li Ludwigshafenê birêz Hüseyin Güler , İbrahim Younisî, Zeycan Kahraman, Halil Akan, Şehmus Çakmak, Baran Kahraman ji bona salekî hatin hilbijartin. Di vê Komcivînê da lêjna Komciwan Ludwigshafen jî hat hilbijartin.



Berzan İbrahim, Baran Kahraman, Şadî Musa, Devran Kahraman, İbrahim Younis, Mirvan Kahraman, Mustafa Esman û Ezman Kahraman vî karê pîroz yê Ciwanan birêvabibin.

Komcivîna Mala Gelê Kurd li Ludwigshafen, bi beşdarên ji her çar parçeyên Kurdistanê va bi rastî bû Mala Kurdan.





Print