2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Panela HAK-PAR’ê a Stenbolê
2016-11-21 19:19


Panela HAK-PAR’ê a şaxê Stenbolê rojayekşema 20’ê Mijdara 2016’yan pêk hat.

Panel li ser mijara “Dİ GUHERTİNÊN Lİ ROJHİLATA NAVÎN DE, PÊŞEROJA KURD û KURDİSTANÊ” hatibu amade kirin.

Di panelê de, li ser navê ENKS ( Enîya Neteweyi a Kurdên Suri) FUAD ELÎKO, derheqê “ avakirina mixalefeta Surîyê û paşeroja Kurdan”de agadarîyên gelek bi nirx pêşkêşê beşdaran kir. FUAD ELİKO, di axaftina xwe de rageyand ku ew li ser navê ENKS, di gel hêzên demokratîkên Surî pêwendîyên gelek hêja birêve dibin. Her wiha FUAD ELİKO got ku:
”ENKS, di hemu xebat û çalakîyên xwe de, pirsa çareserîya gelên Surîyê di demokrasiyek federal de pêşnîyar dike. Em cehd dikin heta ku bereyek demokratik û aştîxwaz li Suriyê bihêz bibe û gelê Kurd jî, bigêje mafên xweyên demokratîk û netewî. Tirsa rejima Surîyê ewe ku ev bereya seranser a demokratîk serkeve. Lewra ew bi hemu hêz û karîna xwe ve, ji bo têkbirina vê enîya demokratik dixebite. Nahêle ku Kurd hevgirtî bibin, nahêle ku tekoşîna azadî, wekhevî û demokrasîyê serketî bibe. Lê em bawerin ku piştî arambuna navçe wê Kurd jî, bibin xwedî desthilateke başu statuyeke rewa. ”
Di panelê de, nunerê Partîya Pêşveru a Kurdên Surîye EHMED QASİM jî, li ser rewşa tevgera Kurdên Suriye sekini û got:
”îro ew hêz û rêxistin û partîyên ku li Kurdistana Surîyê xebata sîyasî dikin, ji xeynî PYD’ê hemu bi hestên welatperwer hazirin bi hevre hevgirtinek netewî çêkin. Lê bi hîç şêweyek PYD ji bona maf û berjewendîya Kurdan naxebite. Ew bi mafê dewletên emperyal û rejima Suriyê xebatê dikin. Kantonên ber destê wan, ji xeynî terefdarên wan dijminatîya hemu kesî dikin û nahêlin Kurdên welatparêz li ser axa xwe ji bo azadî û wekhevîya Kurdan xebatê bikin. PYD, li ser peymanên Dihok û Hewlêrê nema û qulibî û berê xwe da enîya dijê mafê gelê Kurd. Ez bawerim ku dema ev alozîya rojhilata navîn biqede, wê baştir rûyê reş û rûyê spî derkeve meydanê. Kurd heqê xwe ye ku qedera xwe bidestê xwe tayîn bike. Tu hêz û qewetek di vî qonaxê nu de, nikarê pêşî li azadîya Kurdistanê bigre. Ev qonax , qonaxê Kurdistanek azad e. ”



Li ser navê Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR’ê, Latif EPÖZDEMİR jî li ser dabeşkirina Kurdistanê û rewşa Kurdan sekinî. EPÖZDEMİR di axaftina xwe de wiha got:

”Kurdistan cara yekem ji bakur ber bi başur ve bi peymana Qesra Şirin du perçe. Ev rewş 325 sal dewam kir û i paşî bi peymana Lozanê Kurdistan bu çar perçe û din av her çar dewletê navçe de hate dabeş kirin. Gelê Kurd hemu dema liber xwe da ku van zincîran bişkêne û bigêje mafên xwe yên sereke û mîrovî. Lê hetanî îro jî, Kurdan nekarîye ku welatê xweyê parçekirî, bikin yek. Di dîroka Kurdan de, her tim hêzên nexêrxwaz û neyar hebune ku li dijê mafên netewîyên Kurda bixebitin û bibin noker û xulamên bîyanîyan. Îro êdî bi zelalî eşkereye k udu xet henin. Yek ji wan xetan, xeta xêrê ye û ew yarê mafê Kurdane. Ya diduyan xeta nebixêrê ye û neyarê mafê gelê Kurde. Ew xeta neyar û nebixêr û şerxwaz, di gel dujminê Kurdan hevkarîyê dike û di nav xwe de hevgirtinek pêk anîye û hevalbendîyê saz kirîye. Lê mixabin ku xeta bixêr û aştîxwaz, hê nekarîye yekîtiyek netewî ava bike. Derxistina şer û alozî, teklihevî û pevçunan karek hêsane. Lê damezrandina aştîyek bi rumet zehmete. Kurd li hemu parçeyek Kurdistanê doza hevrejînek dikin. Cudaxwazîyê nakin. Ew dixwazin k udi pergalek demokratîk û federal de bi cîranê xwe re bihevre bijîn. Lê, ev yek jî, dujminê Kurdan qaîl nake. Bivê nevê di rojên pêş de, êdî tu tiştek weka berê nameşe. Ew hêzên ku dixwazin li Rojhilata navîn bibin hêzên sereke, çare nîne, divê bi Kurdan re aşt tevbigerin. Pirsa Kurdan çareser bikin û neyartîya Kurdan nekin. ”

Beşa uem a panelê bi pirs û bersîvan dewam kir. Paşî panel bi serketî kûta bu. Panel ji alîyê televizyona TRT KURDİ û K24 ve, hate şopandin. Televizyonan li ser rojeva herêmê bi gotarvanan re hevpeyvînan çêkirin.




Print