2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç: Êrişa li ser Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin
2016-12-06 18:14


BasNews - Roja 2"yê Berfanbarê, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatibû kirin û piştre jî Ala Kurdistanê hatibû şewitandin. Li Bakûrê Kurdistanê ev bûyer bi tundî tê şermezarkirin.

Bêrêziya li hemberî Ala Kurdistanê ku li Amûda Rojavayê Kurdistanê hatibû nîşandan, ji aliyê partiyên Bakûrê Kurdistanê ve jî rastî bertekan tên. Ji partiyên Bakûrê Kurdistanê Serokê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç amaje bi vê yekê dike ku “ew kiryar nayê qebûlkirin û Al nirxên netewî ye û êrişa li ser Ala Kurdistanê şermezar dikin.”

Serokê HAK-PARê Refîk Karakoç, destdirêjiya li hemberî Ala Kurdistanê ji Basnewsê re axivî

Refîk Karakoç, diyar kir ku “Dema ku mirov li Ala xwe xwedî dernekeve doza kes û ew partiyan ne doza welat e. Kesên ku wan tiştan dikin doza wan û derdê wan ne ên kurdan e. ew li ser navê dewletên dagirker li ser axa Kurdistanê şer didomînin. Ji bo wê yekê em şermezar dikin. Ew bûyera ku derketiye holê tiştekî rast nîne bila dew ji çawreşî û zordestiyê berdin. Ji xwe em bi sedan sal in di bin zordestiyê de ne. bila têkiliyên partî û rêxistinên kurdan çê bibin.”

Karakoç da zanîn ku “ Îro li Rojhilata Navîn gelek bûyer li pêşiya me de hene û îxtîmal heye ku ji bo kurdan fersendeke gelek mezin derkeve û bila kurd wan fersenda ne revînin. Em şewîtandina Ala Kurdistanê şermezar dikin ev tiştekî pir xelet e. “

Serokê HAK-PARê Refîk Karakoç, li ser tundiya PYD’ê ya li ser endamên ENKS’ê jî wiha axivî û got “Dema mirov behsa demokrasî û aştiyê bike divê mirov ji hemû kesan re fersendê bide. Divê mirov bikaribe bi hev re kar bike û danûstendinê bike û lihevhatin li pêşiya mirov de hebe. Kesên ku wan kiryaran dikin de ew jî tune ye. Ew tiştekî ecêb e. ji bo wê yeke rojek berê dest ji wê siyaseta xelet berdin û hemû rêxistin û partiyên welatparêzên kurdan li dijî wan dengê xwe bilind bikin û rexne yên xwe bikin ku wan kesan xeletiyên wisa mezin cardin nekin û bila ew bibe cara dawîn.”


Print