2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokomarê Fransayê : Em şanaziyê bi destkeftên Pêşmergan dikin
2017-01-02 23:01


BasNews - Serkomarê Fransayê François Hollande piştî civîna xwe li gel Serokê Herêma Kurdistanê kongireyeke çapemenî pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di civîna çapemenî de, destpêkê bixêrhatina Serokomarê Fransayê kir û ragehand ku:” Cenabê serokomarê Fransayê bixêr hati û ez sala nû li we pîroz dikim û bi navê herêma Kurdistanê û Pêşmerge û malbatên pêşmergeyan û şehîdan, ez bixêrhatina we dikim ji bo Kurdistanê.”

Barzanî berdewamî da gotinên xwe û got:”Cara yekeme di demekê de serdana Herêma Kurdistanê kir ku terorîst gele nêzîkî paytexta Herêma Kurdsitanê bibûn û li wê demê ve Franassyê piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye û piştî du sal û nîvan hûn serdana me dikn û îro jî di serdana eniyên şerî de temaşayî şerê dijî terorê li Mûsilê dikin ev yeke, asan nîne û ev yeke bi arîkarî û piştevaniya hêzên hevpeymana û Fransayê pêk hatiye îro em gehiştina nav çergê coxrafyaya ku DAIŞê tê de ye lê belê ev yek bi wateya temambûna terorê nîne, dibe ku em rastî teroreke din bên ji bo vê yekê pêwîste hûn berdewam bin li alîkariykirinê û me hemû demê, dewleta Fransayê piştevanê Kurdistanê dîtiye ji bo vê yekê me umêdeke gelek bi we heye ku hûn piştevaniya xelkê me bikin ji bo bidest hînana mafên xwe.

Herwaha Serokomarê Fransayê François Hollande jî got ku:”Min xwast ez di destpêka sala 2017ê serdana herêma Kurdistanê bikim ta ku li destpêkê de ez hêviya serkeftinê di şer de bo wê bixwazim, min li meha 9ê a sala 2014ê serdana Kurdistanê kir ku terorîst nêzîkî Hewlêrê bibûn, we daxwaz ji me kir ku em harîkariya we bikin di şerê dijî terorê de me jî arîkarî kir niha jî hêzên taybet ên Fransayê li Kurdistanê amade ne û li gel hêzên Iraqê beşdarin lê belê eger çelengiya Pêşmergan neba zehmet bû DAIŞ têk biçe.

Di beşek din de Serokomarê Fransayê behsa vê yekê dike ku:”Em şanaziyê dikin bi wan destkeftên ku pêşmergeyan bi dest xistine û em piştevaniya hemû hewlên we dikin li şerê dijî terorê de."




Print