|
Xelata qedirgirtinê |
2017-04-02 22:40 |
|
Wezarata Peşmergan di 26.03.2017 an do li bajarê Bilefeldê / Almanya xelatên qedirgirtinê da hinek berpirsiyarên partî, rêxraw û komelan. Ev xelata ji bo alikarîya ku di destpêka şerê dijî dijminên kurd û Kurdistan da hate tomarkirin û şandin hate dayîn. Ji aliyekî da alikariya ji bo kurdên ku li ser axa kal û bavan bibûn penaber, perişan bibûn, ji aliyekî da jî dijî propaganda reş ya ku dijî peşmergê qehreman dihate meşandin kar û xebat hate meşandin.
Me wek Komela HEVALTÎ û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ev kara wekî erkeke ser milê xwe dît. Ya ku hatibû serê gel û welatê me, ev karê me tu tiştek nîne.
Gelek sipas ji bo rêveberiya Bingeha Laliş Almanya ku wan em ji bîr nekiribûn.
Divê em li vê derê navê çend kesên ku di vî karê ku me kirî da alikariyeke mezin dane me bînin ser zimîn. Sêrî da Mado Mero, Umer Mero, Beko, Ercan, Tekin, Azad û Xanimên wek Şemsa û xûşka we, Aliye , Yado û gelek kesên ku alikarî dan.
Divê bê gotinê, ku tevaya malbata Edris Zozani zehmetekî zor kişandin. Êdris Zozanî û Şêx Zêdo li Kurdistanê alîkariya ku hatibû şandin.gîhandin ber destên kesên hewcetya wan lê hebû.
Gelek sipaz ji bo xelata Wezarata peşmergên qehreman her usa gelek sipas ji bo Rêveberiya Bingeha Laliş Almanya.
Komela Piştgiriya HAK-PAR ya Ewropa Komela HEVALTÎ Bottrop
|
|
|
|