|
Hemîd Derwêş û Mistefa Hîcrî ji Kemal Burkay re nameyên sersaxîyê şandin |
2017-04-09 22:45 |
|
Sekreterên PDPKS Hemîd Hecî Derwêş û Sekreterê PDKÎ Mistefa Hîcrî ji Kemal Burkay re nameyên sersaxîyê şandin. Em nameyên herdu rêzdaran li jêrê belav dikin.
Biruska sersaxîyê Birayê hêja Berêz Kemal Burqay Bi dilgiranî min ew bûyera xemgîn bihîst, ku têda Keça we ya hêja (Dr. Hêlîn Burkay ) canê xwe ji dest da û çûye ber dilovaniya xwedê.
Ez xemgîn bûm, û êşa xemgîniyê bi we û malbata we re par vedkim. Hêvîdarim ku xwedê sebr û aramîyê bixînê ber dilê we, û serê we û malbatê saxbê birayê hêja.
Birayê we HEMÎD DERWÊŞ Sekretêrê Partîya Demuqrata Pêşverû ya Kurd li Sûrî
Qamişlî - 8/4/2017
***
Hevalê rêzdar kak Kemal Burkay,
Silav û hurmet
Nûçeya ve bûyera nexweş ku bir sedema jiyanjidestdana Hêlin a keça we, em gellek xembar û dilgiran kirin. Di vê derheqê de, em sersaxiyê dibêjne we û malbatê rêzdari, û r xwe di xem û kovana we de hevpar û şirîk dizanin.
PDKÎ Sekreterê Giştî Mistefa Hîcrî
|
|
|
|