2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMCİVÎNA YEKEMÎN YA WAKFA RİYA AZADÎ ÇÊBÛ
2017-07-24 14:20


Heyeta Mutewellî ya Wakfa Riya Azadî di 22yê Tîrmehê da civîna xwe ya Pêşîn li Enqerê çêkir. Endamên heyetê ji bajarên wek Diyarbekir, Xarpit, Dêrsim, İstembol, Îzmîr û Edenê, her usa jî ji der welat, ji Elmanya, Fransa, Holanda, Swîsra, Swêd û Denmark hatibûn.

Civînê di saet 11.00 da di salona Otêla Ewkuran da dest pê kir. Piranîya heyetê hazir bû. Bi navê Komîta Rêvebir a Wakfê Necatî Bayram cıvîn vekir û xêrhatina endam û mêvanan kir. Piştra dîwan hate hilbijantin. Cafer Küçükyıldiz wek serokê dîwanê, Sultan Bayram û Hanefi Eren jî wek endamê Diwanê hatine hilbijartin.

Serokê Diwanê bi axeftineke kurt spasiya heyetê û xêrhatina mêvanan kir. Piştra rojeva civînê xwend û bi yekitiya dengan hat qebûlkirin. Piştra ji bo şehîdên ku di riya azadiya welat da jîyana xwe bi dest dane, ji bo deqîqekê bêdengî hurmet hate nîşandan.

Piştî wê Kemal Burkay bi navê Komîta rêvebir a miweqet axaftinek kir. Axaftına Bûrkay bi Kurdî û Tirkî wek du beş bû.



Burkay di despêka axaftina xwe da xêrhatina endamên Heyetê û mêvanan kır. Burkay di berdewamiya axaftına xwe da usa got:

“Ji bo avakirina Wakfê, me sê hevalan (min, Necatî Bayram û Arif Sevinç) dest pê kir. Ji bo ku him mesref zêde nebin, him jî ji ber karên burokratîk me hewce nedît ku di destpêkê da zêdetir kes serî lêdin. Lê piştî ku Wekif tescîl bû me qasî çil kesê din ra pêvendî çêkir û ew wek endamê Heyeta Mutewellî nîşan dan. Evana piranî kesên ku ne tenê xudî tecrube, her usa jî yên ku dikaribûn bi alîyê diravî jî pardar bin. Lê hin kes jî ji bo rêvebirina kar û barên Wakfê dikarin rolekê bilîzin. Lê her usa Wakfa me piştî nuha jî ji bo endamî ji hemû heval û hogiran ra, nas û dostan ra vekirî ye, yên ku ji avabûna Wekfê kêfxweş in û dixwazin di kar û xebatên wê da cî bigrin û piştgiriya wê bikin.

“Wakfa me hîn di destpêkê da eleqeyeke mezin dît. Sedemê vê ev e ku heval û hezkirên Riya Azadî gelek in. Riya Azadi ji 40 salî zêdetir de di tevgera gelê me ya azadîxwaz da roleke mezin lîstiye. Him di warê teorîk û îdeolojîk da, him di warê rêxistinî û çandî da kar û xebateke hêja kiriye. Me di van 40-45 salan da li welat û li der welat bi zimanên Kurdî, Tirkî û yên din bi dehan kovar, rojname û bultenên mehane, panzdeh rojî û hefteyî derxistin. Me gelek weşanxane avakir û bi destê wan li ser ziman, dîrok û pirsa Kurdî bi dehan, bi sedan pirtûk weşandin. Riya Azadi, ji bo azadî û demokratiyê, ji bo aşıtîyê, ji bo mafên mirovî û gelî yên bingehîn, ji bo mafê xebatkaran, jinan, ji bo rakirina zulm û tedaya mirov li ser mirov, ji bo parastına dorber kar û xebateke hêja kir.

“Ango Wakfa Riya Azadî li ser vê bingehê bilind dibe. Em ji vê boriya hêja serbilind in û jê ra xwedî derdikevin. Ev tişên ku Riya Azadî parast her usa jî hêjayiyên mirovetiye ne. Lê malûm e Wakfa me ne partiyeke siyasî ye, rêxistineke sîwîl e. Rêxistinên usa sîwîl jî, li gel partiyan dikarin ji bo hişyarkirina civakê, ji bo pêşvebirina demokratiyê roleke baş bilîzin.

“Yek ji armancên Wakfa me kar û xebata çandî ye. Ango kar û xebatên li ser ziman, dîrok û edebiyata Kurdî, avakirina panel û konferansan di vî warî da beşek ji wê ye. Di warê weşanan da tecrubeyeke me ya mezin heye; ango gor îmkanên xwe emê kovar, rojname û bultenan biweşînin.

“Wakfa me ji bo bicîanîna mafen mirovan ên bingehin û bo firehkirina sînorên demokratiyê û bo aşitî dê kar û xebat bike.

“Emê alîkariya perwerdeya ciwanan bikin. Emê alîkariya beş û grûbên bê mecal bikin ku hewcedarî wê ne, weki kesên ku ji ber şer koçber bûne. Wakf çiqas xurt be dikare di vî warî da kar û xebata xwe firehtir bike.

“Hevalno, avakirina Wakfê karekî pîroz e. Lê ev destpêk e, karê me teze dest pê dike, tiştên ku divê em bikin gelek e. Ez bawer im emê karên baş bikin”

Burkay di dawiya axaftina xwe da cardin ji endam û mêvanan ra spas kir.

Piştra bi navê Komîta Rêvebir Arif Sewinç rapora kar û xebatê xwend. Necatî Bayram jî rapora mali. Kê bo wakfê çi pere daye yek bi yek hate xwendin û li ser raporan axaftin çêbû.

Dr. Şukrî Güler di axaftina xwe da herçî kesên ku di avakirina Wakfê da keda wan heye ew pîroz kirin û pêşniyarên xwe di sê xalan da anî ziman, got: “Divê Wakfa me alîkariya wan ciwanan bike di ku ji ber şer û koçberî psîkolojiya wan ne baş e; divê Wakfa me wek saziyeke tik-tankê jî kar bike ango ji bo çareseriya pirs û probleman lêkolînan bike û berhemên fîkrî bide; her usa jî bi sazî û wakfên navnetewî ra pêvendî dayne, projeyan pêşkêş bike û bi wan ra kar bike.

Piştra Düzgün Kaplan ji ber avabûna Wakfê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo vê yekê Burkay û hevalên dinê ra spas kir.



Arif Sevinç di axaftina xwe da got: “Wakfa me li ser xeta Riya Azadi ya azadîxwaz, aştîxwaz û demokratîk ava bû. Tevgera Riya Azadî di borî da ji bo hişyarkirin û rêzkirina gelê me roleke mezin leyist. Ez bawerim ev Wakfa me ji di vê qonaxa teze da ji bo hişyarkina gel roleke baş bilîze.

Piştra her du rapor jî bi yek dengî hatin erêkirin.

Kîngê dor hate xala pêşniyar û daxwazan, M. Ali Doğan got ji bo kar û xebatên Wakfê yên der welat, eger komiteyek bê avakirin baş dibe.



Di civînê de Serokê HAK-PARê Refik Karakoç jî amade bû. Karakoç avakirina Wakfê pîroz kir û got wakif û sazîyên usa siwil giranbuha ne û dikarin ji bo demokrasi û mafên mirovî roleke baş bilîzin. Karakoç her usa got, li Bakur herdu diyalektên Kurdî, Kurmancî û Zazakî, ji ber asteng û zextên dewletê gelek xirab bûne. Yek ji erkên Wakfê divê ew be ku giranî bide kar û xebatên li ser van herdu diyalektan.

Huseyin Özdemir di axatina xwe da got: “Ez îro gelek kêfxeş im û bi kelecan im. Ji berku di xortaniya xwe da bûm nas û hevkarê Riya Azadî, nuha ji ku êdî bi emir mezin im, dibim yek ji sazkerê Wakfa Riya Azadî. Ev rojeke delal e. Em guleke teze datînin û divê av bidine wê ku ew geş be, berhem bide.”

Piştra Adnan Sütçü, Vehbi Baysal û Hanifî Eren jî axaftın û pêşniyarên xwe kirin.

Piştî pêşniyaran dor hate hilbijartina Komiteya Rêvebir û ya Çavdêr. Ji bo Komita Rêvebir Kemal Burkay, Necati Bayram, Arif Sewinç, Hüseyin Özdemir û Hanefi Eren wek esil, Düzgün Kaplan, Abdullah Çelebi û Cengiz temel jî wek cîgir hatin hilbijartin. Ji bo Komita Çavdêr Ali Reşat Öztürk, İhsan Durak û Sultan Bayram wek esil, Derya Burkay û Hikmet Can jî wek cîgir hatin hilbijartin.

Bi vî awayî civîn bi xweşî û germî giha dawî.

Tîrmeh 22, 2017




Print