2017-12-12
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Kurdên Swîsra piştgiriya xwe ji bo Referandûmê nîşan didin
2017-08-30 22:20


Kurdên Swîsra li Bajare Bern, Basel, Cenevre û Zürichê komiteyên piştgiriya ’’Referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr’’ çêkirin . Ev komitana ê heta 25. Îlonê rêzek çalakiyan lidarxin û dostên miletê Kurd bînin cem hevdu daku alîkarî û piştgirîya referandûmê bi hêz û firetir bikin.

Komitaya piştgiraya Referandûma Kurdistanê îro li bajerê Cenevre kombû û biryar bo çalekîyekêi girt. Li gor bang a komitê; hemû kurdên Swisra û doste kurdan li roja 10.09.2017 Seet 12"da li ber Uno kom bibin û dengê daxwaz û piştgirîya referabdûmê bilind bikin. Di xwepêşandanê da bi muzik û axaftin dixazin bala raya giştî û hukumeta Swîsra, dem û dezgeyên siyasî û civakî bikişînin ser biryara kurdan û jê ra piştgirîyê peyda bikin.

Hêjayî gotinê ye ku, wek hemû welatên Ewropayê, li Swîsra jî kurd û dostên kurdan biryara miletê Kurd bi kelecan û bi hêvîyeke mezin pêşwazî dikin.

Print