2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Kongreya Hevkarî-Almanya çêbû
2017-09-15 20:51


Hevkariya Partiyên Kurdistanê li Almanya, roja înê berwarî 10.09.2017 kongrê xwe yê giştî li bajarê Kolnê yê Almanya bi amadebûna nûnerên partiyên her çar parçeyên Kurdistanê li jêr dirûşma (Em hemû bi yek dengî dibêjin: Belê ji bo serxwebûna Kurdistanê) lidarxist.
Hêjayê gotinê ye ku Hevkarî li sala 1995an ve hatiye damezrandin wek dezgehekî siyasî û çandî û netewî û her ji wê demê û heta niha berdewam e.
Kongre bi peyveke bixêrhatinê û bi xulekeke bêdeng bi rêzgirtin li ser giyanê şehîdên Kurdistanê û paşî komîteyek ji bo rêvebirina kongreyê û plana bernameyên karê kongre hat helbijartin, û pêrewa navxweyî ya Hevkarî hat xwendin û paşî çend xal hatin rastkirin û zêdekirin û ji aliyê endamê kongir hate pesendkirin.
Paşî kongre bi dengdanê 5 endamên serekî û 2 endamên cîgir li gor pêrewa navxweyî hatin hilbijartin.
Li dawiyê kongir hin raspard hatin têperandin:
1-Kongre biryara piştgiriya gelê kurd li Kurdistana başûr ya ji bo encamdana refrandoma serxwebûna Kurdistanê hat standin, û bi biryarek dîrokî ji aliyê kongirê ve hate dîtin ku derbirînê ji hez û vîna gelê kurd dike ji bo diyarkirina çarenivîsê xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.
2-Kongre piştgiriyek tam dide ji bo pirosesa referandoma serxwebûna Kurdistanê li hindurî welat li roja 25.09.2017, ji bo dengê ku bi (Belê) bidin ji bo serxistina pirosesa biryardana serxwebûna Kurdistanê.
3-Kongre revenda kurdî li derve han dide bo tomarkirina navên xwe di lîsteyên dengdanê de ji bo dengê xwe bi ”Belê” bidin emek û wefadarî ji xwîna şehîd û pêşmergeyên qehreman re.
4-Kongre daxwaz ji komisyona bilind ya rapirsiyê û helbijartinan kir ji bo navên dengdêran tomar bike û hêsankariyan pêşkêş bike ji bo bikaribin dengê xwe bidin û vê delîveyê ji dest nedin ji bo rabin bi erkê xwe yê netewî yê ji bo serxwebûna Kurdistanê.
5-Kongir biryar stand bi piştgiriya xebat û tekoşîna gelê kurd li parçên din yên Kurdistanê ji bo mafê çarenivîs û bidestxistina mafên xwe yên netewî yên rewa û bidawîkirina sercem zilm û stemkariya li ser gelê kurd ya dibe ji aliyê dewletên dagîrkerên Kurdistanê.
6-Biryar bi giringiya karkirin û dirustkirina komîteyên Hevkariyê li sercem bajarê Almanya yên revenda kurd lê dijîn hat standin.

Print