2017-12-12
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKARê komcivîna xwe ya awarte pêk anî
2017-09-19 10:32
KOMKAR komcivîna xwe ya awarte pêk anî
“Serxwebûna Kurdistanê misogeriya azadî û aşitiyê ye“



Yekîtiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR-Almanya
, komcivîna xwe ya awarte, di 16-17 Îlona 2017´an da li paytexta Almanya, Berlinê, di bin dirûşma “Serxwebûna Kurdistanê misogeriya azadî û aşîtiyê ye“ li dar xist.

Nûnerên komele û komîteyên bajarên Berlin, Munih, Nurnberg, Hamburg, Frankfurt/M, Koln, Bottrop, Ludwigshafen, Wurzburg, Dortmund û Kielê û mêvan beşdarê komcivînê bûn.

Civîna nûneran bi Sirûda Netewî Ey Reqîb
û bi axaftina Serokê KOMKARê Rohat Geran despêkir. Geran di axaftina xwe da bi kurtî bal kişand li ser pirs û nakokiyan û da zanîn, ku ligel hemî zor û zehmetiyan rûmet û giringiya KOMKARê li ba Kurdistaniyan û partî, rêxistin û dezgehên Almanî û ya raya giştî bilind e. Rohat Geran her weha pît kir, ku KOMKAR li hember her cure zor û zehmetiyan kar û xebatên xwe wê bidomîne û di vî warî da baweriya wî xurt e.


Roja duwem, komcivîna KOMKARê di saet 10´an da despê kir. Ji Partiya Keskan, Endamê Parlamentoya Berlînê Dr. Susanna Kahlefeld, Nûnerê Partiya Pêşverû ya Kurdên Suriyê Zerdeşt, Nûnerê Partî Demokrata Kurdistan-Surîyê Husên, Nûnerê Şepela Pêşeroj ya Kurdî li Suriyê Abdulselam Ossman, Nûnerê ENKS, Serokê Komela Pişgiriya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Fettah Timar û Serokê KOMKAR-Hollanda Ali Kaya beşdarî komcivînê bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin. Gotarvan bi giştî kar û xebatên KOMKARê bilind nirxandin û di pêşerojê da jê ra serkeftin daxwaz kirin. Her weha Nûnerê Partiya Pêşverû silavên Sekreterê Giştî yê partiyê Hemîd Dewrêş û Fettah Timar jî silavên Serokê HAK-PARê Refik Karakoç anîbûn. Hêjayê gotinê ye, ku Serokê KOMKAR-Hollanda Ali Kaya bi zaravayê Zazakî axifî û Şivan Perwer jî peyama xwe bi riya têlefonê şand.

Piştî gotaran civîn gor rojevê kar û xebatên xwe domand û rapora aborî û ya kar û xebatê bi yekdengî hatin erê kirin.

Piştî pejirandina raporan hilbijartina organan pêk hat û Rohat Geran, Dr. Şukru Guler, Asrin Sutçu, Baran Kahraman, Hasan Aksoy, Faruk Etdoger, Berin Rosenberg, Erkan Kilinç, Mahmut Onat, Ahmet Sari û Dogan Yildiz wek endamên Birêvebiriya Giştî; Duran Kara, Zeki Çiçek, Gulizar Sari û Halis Kaya wek Lijneya Rûmetê û Serdar Burçak, Fevzi Aktaş û Unal Yardimci jî wek endamên Lijneya Çavderiyê hatin hilbijartin.

Piştî komcivînê Birêvebiriya Giştî civînek li dar xist û di civînê da Rohat Geran wek Serokê Giştî, Dr. Şukru Guler wek Cîgir, Erkan Kilinç wek Berpirsiyarê Aboriyê, Hasan Aksoy û Ahmet Sari jî wek endamên Birêvebiriya Navendî hatin hilbijartin.

Kesên ku ji bo komcivînê peyam şandin:

Dr. Salar Osman, Birêkarê Wezareta Rewşenbîrî û Çandî û Civanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kemal Burkay, Siyasetmedar û Nivîskar
Refik Karakoç, Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR
Dr. Eskerê Boyîk, Nivîskar
Metin İncesu, Serokê NAVENDê
Şivan Perwer, Hunermend,
Fatê, Hunermend
Hozan Brader, Hunermend
Abdullah Çelebi, Cîgirê Serokê Giştî HAK-PARê
Latif Epozdemir, Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê
Duzgun Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê
Turan İl, Endamê Meclisa HAK-PARê
Nazim Zaza ji Atinayê

Biryarên Komcivîna Awarte ya KOMKARê:




– Li Almanyayê ji milyonek zêdetir Kurdistanî dijîn. Komcivîna me ji Hukumeta Federal ya Almanya daxwaz dike, ku biryareke fermî bide û Kurd wek milet nas bike û gor vê biryarê mafên ku daye koçberên miletên din (şewirmediya zimanê zikmakî, çapkirina belgeyên fermî bi zimanê wan û hwd.) bide koçberên Kurdistanî jî û her weha ji Birêvebiriya Giştî ya ku wê bê hilbijartin daxwaz dike ku di van waran bi aktîvî kar û xebat bike.

-Komcivîna me, di çarçeva hêmana navnetewî ya mafê çarenûsî da, pişgiriya xwe ji bo giştpirsiya ku wê di 25´ê Îlona 2017´an da wê pêk were eşkere dike û di wê baweriyê de ye ku ev gav, di riya serxwebûnê da gaveke dîrokî ye; serwer û pişgirên vê hewldanê pîroz dike û her weha, bi bawer e, ku ev biryar wê bibe bingeh û gelê me wê li ser axa xwe dewleteke demokrat û aşitîxwaz ava bike û ev gav wê bibe alîkar bo aşitî û aramiya herêmê jî.
Komcivîna me, her weha, ji bo van helwestên wan, partî û kesên Kurd ku dijî vê gava dîrokî ne şermezar dike û ji wan daxwaz dike ku dev ji vê helwestê berdin.
Komcivîna me, ji Tirkiye, Îran, Iraq û Suriye ku Kurdistanê di nav xwe de par kirine, daxwaz dike, ku dijî dewleta Kurdistanê ku wê bê damazerandin siyaseteke êrişker nemeşînin; bê guman ger pirsa Kurdî li ser esasa wekheviyê û bi riya aşitiyanê çareser nebe, herêm jî nikare di nav aşitî û demokrasiyê de bijî, ji ber vê yekê jî komcivîna me ji wan dewletan daxwaz dike, ku ji bo çareseriya pirsa Kurd gav bavêjin.

- Komcivîna me, ji bo tekoşina pîroz ya li dijî DAIşê, gelê Kurdistanê pîroz dike û pişgiriya xwe dubare dike; spasdariya xwe pêşkeşî dewletên ku pişgiriya vê tekoşînê kirine dike û ji wan daxwaz dike ku pişgiriya giştpirsiyê jî bikin û ew dewlet divê bizanibin ku hêmana „Mafê Çarenûsî“ ku di bin da îmzayê wan jî heye, ji bo gelê Kurd jî derbasdar e.

- Komcivîna me baweriya xwe ya ji bo tekoşîna aşitî, mafê mirovan û demokrasiyê dubare dike û her cure teror, zordesti û şîdetê şermezar dike; bang li Hukumeta AKP dike, ku dawî li Rewşa Awarte bîne û girtiyên siyasî (parlamenter, serokşaredar, rojnamevan) serbest berde; ji bo nêrînên wan yên siyasî kesî ji kar nevêje û divê destûr bide, kesên ku ji kar hatine avêtin zûtirîn wext vegerin ser karên xwe.

- Komcivîna me bang li rejîma Îranê a kevneperest dike, ku dawî li zordestî, girtin û bidarvekirina gelê Kurd ya vê parçeyê Kurdistanê bîne û her weha dev ji gefxwarina xwe ya li dijî Kurdistana Başûr berde; Komcivîna me, di 25. salvegera şehîdketina wan da, Sekreterê Giştî yê Hizbî Demokratî Kurdistan-Îran Dr. Saîd Şerefkendî û hevalên wî, ku di 17´ê Îlona 1992´yan da, li Berlinê ji aliyê rejîma Îranê va hatibûn qetilkirin, bi giramî bibîr tine û bi tundî lanet kujerên wan û rejîma Îranê dike.



- Komcivîna me pişgiriya tekoşîna gelê Kurd ya li Başûrê Rojavayê Kurdistanê a bi rûmet eşkere dike, bang li hin rêxistinên vê perçeyê dike, ku dev ji helwesta ez eziyê berdin, endamên partiyên ku nêrînên wan cuda ye negrin, li wan teda û îşkence nekin; pişgirî dide daxwaza gelê Kurdistanê ya vê parçeyê ya federasyonê û bang hemû rêxistinên welatparêz yên vê parçeyê dike ku kar û xebatên hevbeş bimeşînin.



Print