|
Kurdên Fransayê ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr piştgirîya xwe nîşandan |
2017-09-24 13:48 |
|
W.LICÎ / Paris Komîteya Piştgirîya serxwebûna Kurdistanê û nûnerîya hikumeta Kurdistanê li Fransê, roja 22ê îlonê li Parîsê, kombûneka mezin li qada République amade kir. HAK-PAR, Enstîtuya Kurd li Parîsê û hêz û partî û welatparêzên ji çar alîyên Kurdistanê tevlî mîtîngê bûn. Kurdên li Fransê bi girseyî piştgirîya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê dîyar kir. Kurd û dostên wan ji gelek bajarên Fransê hatin beşdarê mîtîngê bûn. Qada kombûnê bi alayên Kurdistanê û flama û pankartên bi dirûşmên serxwebûna Kurdistanê hat xemilandin. Di kombûnê da, Alî Dolemerî bi navê hikumeta Kurdistanê, li ser navê komîteya piştgirîyê M.Alî, li ser navê baroya avokatan Kamiran, Balyozê berê yê Fransê Frédéric Tissot axivîn. Beşdarên mîtîngê bi cil û bergên kurdî, bi yek dil û dengekî qêrîyan ‘Bijî Kurdistan’. Govendên kurdî û çend hunermendên Kurd û Keldanî wek Daşnî Morad, Semîr, Cîhanxan jî bi stiranên kurdî aheng geş kirin.
|
|
|
|