2017-12-12
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Kurd û dostên Fransiz, Mam Celal li Parisê bi bîr anî
2017-10-11 23:48


W. LICÎ/Paris

Nûnerîya hukumeta Kurdistanê li Fransayê, ji bo rêzgirtin û yadkirina Mam Celal Talabanî, roja 9ê cotmeha 2017an, li şaredarîya 15an a Parîsê kombûneka mezin amade kir.

Bernameyê bi rêzgirtin û sirûda neteweyî Ey Reqîb dest pê kir, li ser navê hukumeta Kurdistanê A.Dolemerî, ji YNKê L.Jaf, ji PDK-Îran H. Şerîfî, ji Enstîtuya Kurd li Parîsê K. Nezan li ser jîyan û kesayetîya Mam Celalê têkoşer, pêşmerge, rêber û dîplomat axivîn.

Dostên qedîm wek wezîrê berê yê Fransayê Bernard Kouchner, sefîrê berê yê Fransayê Frédéric Tissot, li ser navê weqfa France Libertés Jérémie Chomette, gelek rojnamevan û her wiha nûnerên Ecologie- vert, PCF, UDI jî hevxemîyên xwe pêşkêşî malbata Mam Celalî û miletê Kurd, kirin.

Endam û terefdarên Partîya Maf û Azadîyan HAK-PARê jî bi qewzegulek amade bûn, li ser deftera bîranînê peyama xemgînîyê nivîsîn û serexweşîyê xwastin ji malbata Mam Celal Talabanî û nûneratîya YNKê ra.






Print