2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek belav kir
2017-10-17 19:22


Bi navê xwedê yê Bexşende û Mîhreban

Cemawerê Xoşewîst ê Kurdistanê

Raya giştî ya Kurdistan, Iraq û cîhanê

Bi dirêjahiya dîroka gelê Kurdistanê li jêr gef û zulmê de bû û mafên wî dihate binpêkirin. Di wê dîrokê de gelê Kurdistanê berevanî li nasnameya xwe kir û rastî jenosid û komkujiyê bû, ku dawî êrîşa hovane ya teroristên DAIŞê li ser Kurdistanê û jenosida Kurdên Êzidî bû. Ligel wê jî, gelê Kurdistanê hemû ji rewangeha çareseriya aştiyane gav avêtin û ti demekê me şer nexwast, belkû şer li ser me dihat spandin û hewlên xwe bo çareseriya aştiyane dane ji bo mana xwe û gihîştina bi armancên xwe. Armanca sereke ya me jî ewlehî û mafên gelê Kurdistanê bûye.

Welatiyên xoşewîst

Ewê li bajarê Kerkûkê bûye, derencamên biryara tekalî ya çend kesên ji nava aliyekî siyasî yê navxweyîya Kurdistanê bû, ku cara dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi wî awayê ku hate dîtin paşve vekişin û ji encama vê paşvekişandinê, hêla temasê ya berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ya 17-10-2016an di navbera Bexda û Hewlêrê de bûye bingeh ji bo lihevkirina derbarê çawaniya belavkirina hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Cemawerê Kurdistanê dilniya dikin, ewa pêwîst e û tê kirin, em ê ji bo parastina destkeftên xwe û aramî û ewlehiya xelkê bikin.

Niha jî em pêdagiriyê li ser parastina yekrêzî û xweragiriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin û ez daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî dikim ku bi giştî ji asoya hestkirin bi berpirsatiya netewî û niştimanî ve serederiyê li gel rewşa hestiyar a Kurdistanê û Iraqê bikin.

Gelê xweragir ê Kurdistanê, cemawerê dilsoz û xwebexş, Pêşmergeyên qehreman, kesûkarên şehîdên serbilind, ew xwîna xortên we di riya azadiya Kurdistanê de bexşandiye û îro jî her tê bexşandin, ew dengê we yê zelal ku we bo serxwebûna Kurdistanê da û gihandiye tevahiya gelan û welatên cîhanê, roj li dû rojê vala naçe û bi vala jî nadin.

Gelê Kurdistanê bi hîmeta hêz û xortên qehreman zû yan dereng her digihe armancên rewa û pîroz. Îro roja bawerbûna bi hêz û yekrêziya gelê me ye.

Mesûd Barzanî

17.10.2017


Print