2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Frankfurtê li ber konsulxaneya Amerîkî xwepeşandan
2017-10-23 23:23


Mala Gelê Kurd, KOMKAR Ludwigshafen, 21.10.2017

Li ser van rewşaên ku Li Kurdistan û bi taybet li dilê Kurdistan Keruk pêk tê, derbarê ev erîşên hikûmetê Îraq e û milîsên Îran e ku tevlehvî bi arlîkarîya hin kesên di hundirê herema Kurdistan e de pek divin û naxwazin aramî li Kurdistan bi revê bici.

Piştî Rêferanduma ku 25.09.2017 be awaîyeki aştiyanî serkeftî bû û gelê Kurdistan dengê xwe li cîhanê belav kir ku edî dem dema serxwebûnê ye û gelê Kurdistan dixwazi ...azad biji li ser xaka xwe. Ev tişt merazî û metrsî çêkir ji bo Îraq ku bûye lîstik di destên milîtên Îranê û xwestin desthelatî dînen ser Kutdistan, lê raperîn û îrada gelê kurd li hember wan û berxwedana Pêşmerge li dijî wan ermanca wan dişkîne.

Li hemberî ev rewşa ku li dijî gelên kurd û Kurdistan diqewime bêdengîyek gelek mezin ji Civaka navnetweî û Amerîka heye, ev bêdengî hişt ku kurden li Ewrupa û Amerîka dijîn, li ser niga rabin û bidengê xwe bibin pişgir bo mafê gelê xwe. Li Almanîya bi taybet bi sedan kesan berê xwe dan konsulxaneya Amerîkî û li ber derîyê konsulxane digel ala Kurdistan e û siloganan, daxwazîyên xwe anîn ziman.

Hirwiha KOMKAR Ludwigshafen, KOMCIWAN Ludwigshafen, HAK-PAR Mannheim û PDK li Almanya bangwazî kirin bo gelên kurd li Ludwigshafen, Frankfurt û bajarokên li dor wê, da ku di roja 20.10.2017 li Frankfurt li ber derîyê konsulxaneya Amerîkî bicivin û daxwazîyên xwe bînin ziman.

20.10.2017 an, demjimêr; 13:00 bi sedan kes bi bangwazîyê ve hatin, li wir nêrazîyê xwê derbarî bêdengîya Amerîka aşkerê kirin û daxwaz kirin ku ew bibi pişgir bo Kurdistan li dijî van erîşen tirorî, herwiha destek bidê Pêşmerge ku buîyê simbola qehremanîyê û aştîyê liseraserî cîhanê.

Berzan Brahîm- Kurdî
Dengê Kutdistan, Ludwigshafen




4">
Print