2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komeleyên KOMKARê li Ewropa: Gelê Kurd li pişt Serok Mesud Barzanî ye!
2017-10-27 21:56


Komeleyên KOMKARê yên li welatên cuda yên Ewropayê li ser êrişên dijî Kurdistanê û Serok Mesud Barzanî dazaneke hevbeş belav kirin. Em dazana wan li jêr pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.

Di van rojan da, milletê Kurd bi berxwedaneke netewî ya dijwar û bêhempa şerê azadî û serxebûna Kurdistanê dike. Têkoşîna netewî gihîştîye qonaxeke bilind. Ev qonax bi êrişên herçar dewletên kolonyalîst, bi durûtîya dewletên Rojavayê, YDA, YE û NY (UN) û xiyaneta hundirîn, bi gelek risk û xeteran ve rû bi rû maye. Pêşmergeyê qehreman, di pêşengîya Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî da, ji bo rizgarkirina axa welat, parastina şeref û namûsa neteweyê me, li çar alî sînorên welat berevanîyê dike. Li dijî êrişên dagirkeran û rêxistinên wan ên terorist û xwînxwar xwîna xwe dirêje. Axa welat bi xûnê tê avdan.

Di vê rewşê da yekîtî û yekrêzîya netewî ji her wextê zêdetir pêwîst e. Serkeftina şerê rizgarîyê berî hertiştî bi yekîtî û yekrêzîya milli ve girêdayî ye.

Neyarên Kurdistanê jî vê yekê dibînin, loma ji alîyekê va êrişên çekdarî tînin ser Kurdistanê; ji alîyekê va jî bo parçekirin û jarkirina berxwedanê destê xwe dikin nav tevgera kurd û ji hundir va êrişê dikin. Em dibînin ku neyar çawa hewl didin ku rê li ber hevgirtin û yekrêzîya kurdan bigrin.

Bi vê armancê ye ku, ew Serok Mesud Barzanî ji tîrên xwe re dikin hedef. Çima ku Serok Mesud Barzanî, wek sembolekî millî, rêberekî têkoşer û xwedîhêz e, dixwazin bi her cureyê propagandayê serokê kurdan çavê kurdan da reş bikin, bê rûmet û bêhêz bikin.

Bêguman ev ji serê wan û nokerên wan zêde ye. Di rojên teng da, di rojên fireh da netewayê Kurd li cem serokê xwe ye!

Wek Komeleyên KOMKARê li welatên cuda yên Ewropayê, em careke dî beyan dikin ku em jî wek tevaya gelê Kurd, bi serok Mesud Barzanî û rêberîya wî piştrast in. Pê serbilind in. Di rojên teng da jî em li pişt Serok Barzanî û pêşmergeyê qehreman radiwsetin.

Em bang li hemû kes, rêxistin û sazîyên welatperwer yên dîasporayê dikin, werin em bi hevra, li herderê piştgirîyê bi xebat û çalakiyên hevbeş bilindtir bikin.

Bijî yekîtî û yekrêzîya gelê me.

Bijî pêşmerge!

Serkeftin ya gelê Kurdistanê ye!

Komeleyên KOMKAR li Almanya, Îngîltere, Hollanda, Swêd, Danîmarka

27.10.2017
Print