|
DALKURD DERKETE SER LÎGA HERÎ BILIND |
2017-10-29 15:44 |
|
Pîroz be!
Tîma fûtbolê Dalkurd a li Swêdê piştî maça xwe ya roja şemîyê bi serket û derkete liga supper, ango ya yekemîn. Bi vê yekê re, êdî rê li ber tîma kurdan DALKURDê vebû ku beşdarî pêşbirkên Ewrûpa bibe. Serketina Dalkurdê ne tenê li Swêd; li seranserî Kurdistanê û Ewrûpayê kurd şad û dilxweş kirin.
Em jî, wek KOMKAR-Swêd, bi serketina Dalkurdê serbilind û dilxweş bûn. Em spasîyeke taybet li damezrawê klûbê birêz Remezan Kizil, kaptanê tîmê Pêşraw Azîzî û lîstikvanên Dalkurdê dikin û serketinên mezintir ji wan re dixwazin.
Stockholm 28.10.2017
Li ser navê KOMKAR-Swêd Haluk Öztürk
|
|
|
|