2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Meclîsa HAK-PARê : Ji îradeya gele Kurd re rêz bigrin!
2017-11-04 16:47


Meclîsa HAK-PARê ya nû, di roja 4.11.2017-an de li Enqerê kombû. Di civînê de endamên nû yên koma serokatîyê hatin hilbijartin û berpirsiyarî û wezîfeyên cuda hatin dabeşkirin.

Di civînê de herweha li ser kar û xebatên li pêş partîyê hat rawestin. Ji bo pêşdabirin û xurtkirina têkoşînê, gelek dîtin û pêşniyazên cuda hatin pêşkêşkirin û hin biryar hatin girtin. Berdewam kirin û zûkirina avakirina teşkîlatên partîyê û amadekarîya ji bo hilbijartên di pêş da wek karekî sereke yê partîyê û rêvebirîya nû hat destnîşan kirin.

Meclîsa HAK-PARê, herwisa rewşa dawîn ya siyasî li Kurdistanê û herêmê hilda rojeva xwe û li ser guftugo kir. Xasima guhartinên ku di demên dawîn de li Herêma Kurdistana Federal rûdane, piralî hatin behskirin û nirxandin.

Di encama civînê de ji bo raya giştî û medyayÊê dazanek hat belavkirin. Di beyanê de, rewşa ku îro Tirkîyê têda ye û polîtîkayên wê yên xelet û neheq derbarî pirsa Kurd de careke dî hat ravekirin û rexnekirin. Xasima siyaseta neyartîyê ya ku Tirkîyê li dijî îrada gelê Kurd li Herêma Kurdistana Başûr dimeşîne bi tundî tê rexnekirin. Di dazana HAK-PARê de bang li Hukumeta Tirkîyê tê kirin ku ji îradeya gele Kurd rêz bigre û ji bo çareserîya Pirsa Kurd gavên pêwîst bavêje, dest ji metodên antî demokratik berde, Rewşa Awarte (OHAL) rake.



Print