2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: BÛYERA ROBOSKİ, RÛREŞÎYA DEWLETÊ YE
2017-12-29 11:32



Berî şeş sala, hêzên hewayîyên dewletê bi fermana fermandarên fermîyên dewletê 34 niştecîyên Kurd bombebaran kirin u kuştin. Qaşo gotin ku me van kesan “PKK” yî hesibandîye ku lewra ew di wê rêya ku” PKK têde hatûçû dike” de derbas dibun. Dewletê tenê bi vê sedemê 34 gundîyên bêguneh qetil kir. Ev tevkujî heta niha jî maye ser girtî. Vaye şeş sale ku buyera ROBOSKê hê jî zelal nebuye, nehatîye ronî kirin.

Roboskê rûreşîya dewletê ye.

Berpirsê Roboskê devleta Turk a reş u tarî ye.

Dewlet heta ku vê buyerê bi tevahî ronî neke u kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdare, qisûrdar u rureş e.

Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê rûreşîyê xilas bike, dive rojek zûtir ji malbatên kuştîya lêborîn bixwaze u xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Bi gef u golan, bi şirove u derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite.

Roboskî şermezarî u sernizmîyek hevdem e.

Roboskî, dewama feraseta Dêrsim, u buyera Muğlali a Ozalpê ye.

Hetanî niha gelek buyer u rudan u qewmîn u serhildan di Kurdistanê de çêbune. Lê Gelê Kurd hê jî li benda çarelêkirina maf u berjewendîyên xwe yên netewîye. Gelê Kurdistanê, îro jî çaverêyê azadî u demokrasiyê ye.

Ji bo heqdestkirina maf berjewendîyên Kurdistanê, ne kiryar u operasyonên leşkeri, tanq u top u balafır u gulebaranên dewletê u ne jî, xendeq u barîqat u kemîn u bombe u qompareyên destî yên PKK’ê ne hewce ne..

Çil sale ku,ev şerê qirêj u kiretê di navbera herdûk hêzên çekdar de,gelê Kurdistanê bezar kirîye. Şûn u warên qedîm u hemu hêjanên, xwezayî, çandî u dîrokîyên mirazê vê xakê ;çil sale ku dinav vî agîrî de şewitîn u kawil bun.

Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tıştekî bike,ne bi şêwazek kûjer û tûnd û dijwar,ne bi kuştin ‘u qetlîyam û xwîn rêtin; lê lazime ku, şêwazek aştîyane bide pêşîya xwe. Ya bixêr ewe ku dewlet, rojeke zûtir van operasyon u kiryarên leşkerî bide seknandin u rojeveke nû ji bo çareserîya pirsgireka Kurdistanê veke.

Gelê Kurdistanê roj bi roj di navbera agirê dewletê û yê PKK!ê de, telef dibe.

Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR, buyera Roboskîyê bi tundî riswa u şermezar dike.

HAKPAR,kuştîyên buyera Roboskîyê bi rêz u hirmet yad dike.

HAKPAR bi boneya vê rojê, careke din bang li hêzên şerkar dike ku bi demek zûtir,vî şerê qirêj rawestînin, zêdetir Kurdistanê wêran nekin u nebin sedemê kuştina bi deha ewladên welat.

Roboskî nayê jibîr kirin.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENî A
Partiya Maf u Azadîyan / HAK-PAR







Print