2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Konferansên li Ewropa
2018-01-05 10:49


Komela Piştgirîya HAK-PAR ya Ewropa li Alanya û Hollanda sê konferans saz kirin. Di serê sêrî dfa babêta van konferansana „Encama referanduma rizgarîya Kurdistanê û gavên berbe azadîyê“ bû. Lê gelek mixabin dewletên dagirker û hevalbendan, her usa ixaneta navxweyî di 16.10.2017 an da bi hovane dijayetî û ixaneta dîrokî carek di nîşan dan. Ji ber vê jî me babeta konferansan guhart: „Referanduma azadîya Kurdistanê û pêvajoya ji piştî wê. Rewşa Kurdistanê û rojhilata Navîn ya îroyîn“.

Ji bo van konferansan serokê Partîya Maf û Azadîyan, berêz Refik Karakoç û cîgirê Wezîrê Rewşenbirîyê yê Kurdistanê, berêz Dr. Salar Osman wek gotarvan hatibûn vexwendinê.

Konferansa pêşîn di 23.12.2017 an da li bajarê Leverkusen, ya dudan di 24.12.2017 an da li bajarê Den Haag/Hollanda, ya sisya jî di 26.12.2017 an da li bajarê Hamburg hatin pêkanîn. Divê bê gotinê, konferansa li Den Haag Komîta Komela Piştgirîya HAK-PAR ya Ewropa û PDK tevayî dest dane ber û meşandin.

Di vê nivîsarê da ez dixwazin li ser herdu konferansên ku, li Leverkusen û Hamburg hatin meşandinê hinek agahî bidim, gotinên herdu gotarvanên berêz bi kurtî bigîhînim we xwendavanên hêja. Bo ku çarçova gotarên herdu gotarvanên berêz baş bê têgîhîştîn, divê gotinên wan tevlihev nebin, ji ber vê jî ez ê berê gotinên berêz Karakoç, paşê jî yê bêrêz Dr. Salar Osman binîvîsim.

Di herdu konferansan da jî, berêz Refik Karakoç di destpêkê da, bi zaravê zazakî/kirmanckî mêvan silav kirin û bala wan kişande li ser pêwistîya lê xwedî derketina zimanê kurdî, taybetî jî zazakî. Ji pişt ra derbasî babeta konferansê bû. Karakoç dixweşîya xwe ji bo referanduma azadîyê û encama wê ya serkeftî anî ser ziman, lê dilgiranya xwe ji ber bûyera ji piştî referandumê taybetî jî, ixaneta wan kesên ku, dest dane destê dijmin û destkeftîyên kurdan carek di ji dest çûn, bi xemgînî anî ser ziman.

Serokê HAK-PARê got: „Hinek kesên ku tim û tim dijî serxwebûna Kurdan û Kurdistanê nêrînên xwe eşkere dikin û hinek hevalbendên dewletên dagirker referandumê qanûnî nabînin. Gorî partîya me referanduma azadîya Kurdistanê notilanî şîrê dayîkan mafê gelê Kurd e û li wan helal e. Ev mafekî demokratîk û rewa ye. Ji ber vê jî Partîya Maf û Azadîyan piştgirîya referandumê kir. Ji vir ha kes nikare vê encama serkeftî inkar bike. Gelê Kurd cara pêşîne ku, xwe ji bo dahatûya xwe biryarek girtîye. Em ê ji vir ha, berdewamîya piştgirîya birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê bikin.

Di berdewamîya gotara xwe da berêz Karakoç di derheqa wan gotinên ku ji alîyê partî û rêxistin an jî hinek dewletên ku, debêjin ango Barzanî referandum nekira, Kerkuk ji dest nediçû, nêrîna xwe û partîya xwe anî ser ziman; got: „Partîya me û nêrîna min a şexsî jî ew e, ku referandum ne sedema şer e. Ev plana Iranê û Iraqê bû. Wan deverên veqetandî, ji piştî şerê Deişê ketibûn bin deshilatarîya kurdan bi dilê wan nedihat. Referandum nînbûya jî, wan ê ev êrîşîya banîna ser Kurdan.“

Refik Karakoç kêmasîyê kurdan jî destnîşan kir, wekî nimûne jî, pêdivîya perwerda netewî, artêşa netewî, rewşa gundîyan û pirsgirêkên aborî nîşan da, pêdivîya li ber çavangirtina van xalana binxet kir.

Karakoç di derheqa xwepêşandanên li Silêmanîyê û der û doran da jî nêrîna xwe gelekî zelal anî ser ziman; got: „Rast e, xwepêşandan, nêrîna xwe azad gotin, an jî nivîsîn mafê her kesekî ye. Ev jî formeke maf xwestinê ye. Lê belê êrîşîya ser baregahên partîyan, mal û milkê xelkê sotin, hela ku kuştinan mîrovan ne maf e. Eger sedem hebin, divê deshilatdar ji bo wan pirsgirêkan çareserîyekê bibînin. Niha ev tê bîra merivan, gelo ev çalakî jî perçekî planên îranê bûn? Bixwazî nexwazî, ev tê bîra merivan.“

Banga Karakoç ji bo partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ev bû: „Divê ji vir ha tevaya partîyên Başûrê Kurdistanê li ser bingeheke netewî dest bi danûstandinan bikin, tevayî mekanîzma demokrasîyê bişiqulînin. Ez bawer dikim kurdê serkevin.“

Berêz Karakoç, di herdu konferansa da jî, li ser rewşa partîyên Kurdistana Bakûr jî nêrînên xwe ji bo beşdaran eyan kirin. Karakoç got: „Partîya me partîyeke proje ye. Ji bo damezirandina vê partîyê, me partîyek bi tevî tevaya hebûnên wê da ber xizmeta hevalan. Gelek kesên ku îro hinek partîya rêvedibin, di nava vê pêvajoyê da bûn. Me dixwast, ku em partîyeke usa damezirînin, ku bira hemû kes û komik di nav da cîh bigirin. Merema me ew bû, ku HAK-PAR wek partiyeke gelekrengî ji bo hemû nêrînan rolekê bileyîze. Lê wan hevalên ku, cîgirê sorokan bûn, an jî serokatîya vê partîyê kirin, ji HAK-PARê qetyan, ji xwe ra hinek partî damezirandin. Tiştekî xerîb e, ku ev hevalana niha jî tên ji me ra dibêjin, werin em partîyeke nû damezirînin, an jî werin em tevayî bixebitin. HAK-PAR dîsa li ser wê xeta xwe ye, hevalno! Ne, me tevayî bingeha vê partîyê danî? Ji ber vê jî, ev partîya ya we hemûyane. Derî ji bo hemû nêrînan vekirîye.“

Ji piştî axaftina Refîk Karakoç, Berêz Dr. Salar Osman dest bi axaftina xwe kir. Berêz Salar Osman babeta konferansê dubarekir û got: „Belê divê bersiva van gotinan bê dayîn.“ Wî gotara xwe li ser 4 stunan ava kir. 1. Çima referandum hate kirin? 2. Gelo ev gaveke rast bû? 3. Referandum ji bo kurdên diyasporayê û herçar perçên Kurdistanê çi anî? 4. Divê em niha çi bikin?

Berêz Salar qala tecribeyên tevjîyana kurdan û dewleta Iraqê an jî gelê ereb, çi şîe çi sunî kir û got:

„Ev tecribeyên me yên dîrokî dibêjin, tevjîyana me êdî ne mimkun e. Ev gelekî zelal e. Divê em ji terefkêşîyê dûr, bêlayane û zanistî li ser bisekinin, ne bi berçavka sîyasî şîrove bikin. Ev gava giştpirsîyê, gaveke ji bo çareserîya kêşeyan bû ne ji bo giriftan bû. Kar û xebatên diplomatik yên ku li Amerikayê an jî li Ewropayê hatin meşandin, her usa ji bo kesên ku Kurdistan zîyaret kirin bi zimanekî dîplomatik va hate gotin û zelal kirinê. Ev kara berêz Serok Mesud Barzanî xwe meşand. Kesekî negot em dijin. Ev jî wek pejirandin hate dîtin. Ez qala dagirkeran nakim. Lema jî gelê Kurdistana Başûr, partîyan, rêxistinên sîvîl biryara giştpirsîyê da. Ev biryara kesekî an partîyekê nîn bû. Em dikarin ji hejmara kesên dengdayî(%88) û ji rêjeya encama wê (%92,72) va jî têbîgîhîjin. Ji ber vê jî giştpirsî hate meşandin. Gelê Kurd biryara serxwebûna xwe da.“

Ji piştî van sedemên ku kurd anîbûn wê astê, divê wan biryarek bistenda. Berêz Salar berdewamîya peyva xwe da got: „Niha em bêne ser pirsa dudan. Gelo ev biryareke rast bû? Kurdan gelek caran derfet dane Bexdayê, lê belê nebû. Ji ber ku nêta Bexda û Iranê xera bû. Him diravî, him sîyasî, him jî leşkerî nêt xera bû. Yekrêzî tunebû. Dihate zanîn, ku tiştekê bibe, lema jî referandum hate durust kirinê. Ji ber vê jî em dibêjin, ji ber gelek sedeman durustkirina referandumê gelek rast bû. Ji ber ku Referandum mekanizmeke demokratik, mafekî siruştî ye, gel li ser tiştekî giring biryar stendîye ne kes an partîyekê, ji alîyê ayînî da jî rast e, ji alîyê mîrovatîyê da jixwe rast e. Kê reveberîya vê kir? Ne giring e.“

Salar di gotara xwe da cîh da bandora dervayî welêt û hundur welêt û got: „Ji bo ABD, YE û dewletên din tenê sîyasî û gori berjewendîyên xwe vê pirsê nihêrîn. Berjewendîyên wan li pêş in. Dema ku di berjewendîya wan da be, dîktatorek jî hevalê wan e. Êrîşîya Iranê, Îraqê û koma ixaneta navxweyî li pêş çavê Amerîkayê û bi çekên Ingîlîzan va hate pêkanîn.“

Di derheqa pirsgirêkên navxweyî da jî Salar Osman got: „Çewa ku tê zanîn, kurd exlaqî li şixulan mêze dikin. Di navbera partîyên kurdistanî da ruhîyeteke netewî û tifaq tune, yekrêzî tune. Bêguman bûyera 16.10.2017 an bûyereke gelekî xeternak bû, îxaneteke mezin bû. Baweriya me gotinên berêz Kosret Resul, Mele Bextîyar û Dr. Necmeddîn Kerim heye. Eger ew kesayetîyana jî bêjin ev îxaneteke mezin bû, ev rast e. Heta bêjî ji wan ixanetkiran yekî belgeyek di sosyal medyayê da belav kir. Wî eşkere got, ku 38 kesan ji sê partîyan ew belgename imze kirine. Lê belê divê em baş guh bidin vê derê. Bi wê ixanetê va bajarê Kerkukê û hinek deverên din ji dest çûn, Alaya Kurdistanê ji jor da hate xwarê, heman rojê zimanê kurdî hate qedexe kirin, fotrafê Mam Celal dan bin lingan, hestê netewî li seranserî dinyayê, li herçar perçên Kurdistanê şkest, psikolojîya bindestîyê carek di kete ser kesayetîya wan. Divê niha ji wan kesên ku ev ixaneta kirin, gelo çi kete destê wan?“

Berêz Dr. Salar Osman bala beşdaran kişand plana Iranê ya mezin û got: „Lê belê divê tiştek dîsa bê gotinê. Plana yekan ew bû ku hinek dever û hinek tişt ji alîyê Kurd û ereban va tevayî bêne kontrol kirinê. Divê rastî bê gotinê. Plana dudan ji ew bû ku, di 16.10.2017 an da Îran û Îraqê dixwastin bi destê Pavel Talabanî va bajarên Kerkuk, Hewlêr, Koysancax, Hecî Omeran, Duhok ango tevaya axa Kurdistanê dagir bikin. Lê li gundekî nêzîkî Kerkukê bi navê Pirde şerekî dijwar di navbera Peşmerge û Heştî Şebî/artêşa Iraqê da hate kirin û peşmerge pêşî lê girt. Hêjayî gotinê ye, di nava Kerkukê 140 peşmergên bi Kosret Resûl va girê dayî hatin şehît kirin.“

Di dawîya gotara xwe ya gelekî vekirî da berêz Osman Salar di derheqa partîyên kurdistanî da got: „Berêzan hemû kesayetî û partî dibêjin yekitî pêwist e. Divê yekrêzî hebe, lê di rastîyê da ev tişta tune. Ji bo evan kesên ku bi ixaneta xwe va bûne sedema dagirkirina Kerkukê, şehîdbûna bi sedan peşmergan, derbederbûna bi sedhezaran mîrovan, divê gelekî eşkere bê gotinê, tu xayîn î!!! Gotina min a dawîyê jî ev e. Gelek vekirî, di navbera azadîxwazan, welatperweran û xayînan da yekitî nabe, yekrêzî tune. Divê ev herdu platform di navbera xwe da cuda yekitîyan çêkin, bo ku gel jî baş têbigîhîje.“

Di herdu konferansan da (li Leverkusen û Hamburg) gotarvanên hêja berêz Refik Karakoç û berêz Dr. Salar Osman 3 saetan axaftinên xwe gelekî zelal pêşkêş kirin. Hedu çalakîyan da jî beşdaran gelekî bi eleqeyeke mezin guhdarî kirin û pirsên xwe tevî rexneyên xwe pirsîn. Gotarvanên berêz jî bersivên wan dûr û dirêj dan. Li dervayî welêt pêdivîya van konferansan û heta bêjî semîneran heye. Cîhê dilxweşîyê bû, ku beşdaran gelek nêrînên xwe anîn ser zimên û pirsên xwe, rexneyên xwe gelekî eşkere gotin.

Moderasyona herdu konferansan serokê Komela Pişgirîya HAK-PAR ya Ewropa Fettah Timar kir.

Komela Pişgirîya HAK-PAR ya Ewropa
Print