2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Divê dev ji êrişa li ser Efrînê bê berdanê!
2018-01-19 10:40


Êrişa dewleta Turkîyê ya li ser Efrîna Suryayê li ber dêrî ye. Ji niha va tê dîtinê, ku hinek dever bi obusan (pîşekan) va têne lêdan. Rêveber dibêjin, ku operasyonên leşkerî bi Efrînê va bi sînorkirî namînin, yê Menbîç û deverên rojavayê Feratê jî hildin nava xwe.

Ji piştî beyana Amerikayê ku ew ê „hêzeke parastina sînoran“ sazbikin ra, dewleta Turk carek di ketîye nava tirs û paxanekê û berbi hezeka Suryê tê kişandinê. Rayedarên Tirkîyê qala wê „hêza parastina sînoran“ dikin û pêkhatina Hêzên Suryê yên Demokratik ku, piranî ji PYD pêkhatine, ne bi dilê wan be jî, armanca wan ya bingehîn, destûrnedana pêkhateyeka Kurd e û ew vê ramana xwe her firsendê tînin ser zimên.

Turkîya ji derî sînorên xwe, li Îranê, li Îraqê an jî li Surîyê; heta bêjî li rûberî dinê kîder dibe bila bibe, kîjan rêbaza sîyasî pêşengîyê dike bila bike, xwedî statûbûna kurdan wek pirseke man û nemanê dibînin. Ji ber ku ew dewsa ku yê ji bo mafên rewa yê 20 milyon kurdên ku di bin deshilatdarîya wan da dijîn çareserîyeke adîlane bibînin, wan wek gef û gur dibînin, ew wisa hizir dikin, ku ji sînor der jî destkeftîyên kurdan dikarin kurdên hundur bînin kelecanê û wan hişyar bikin.

Vê polîtîkayê di dema referanduma azadîyê da, dijî Kurdistana Başûr dijîtîya xwe li hember Kurdan, ya ji aqilan der xwe di pratîkê da jî raxistibû ber çavan. Bê tehemûltîya di derbarê xwedî statubûna kurdan, li ku dibe bila bibe, Turkîyayê gel dewletên cînar û gel kurdên ku li wan welatan dijîn di nava hêrdarîyê da digire, dibe manî ku sîyaseteke der, ya bi aqilane, maqûl bê şopandinê, çavkanîyên aborî ji bo şeran, operasyonan têne der, li hundur jî mîlîtarizim tê xûrt kirin.

Ji ber vê polîtîkayê berbi hezeka Surîyê tê kişandin, di sêrî da Amerîka, bi gelek hêzan ra rûbirû dibe, tifaqên ku li Rojhilata Navîn rojane têne guhartinê, berbe serencamên (mecerayên) ku dawîya wan ne kifş in, diçe.
Divê va sîyaseta çewt bê terikandinê. Surîye nikare êdî wek berê di rîya xwe da here, divê ji nû va bê sazkirin. Divê Turkîya daxwaza kurdên ku li Surîyê mafê xwe îdarekirinê, yên rewa ji bo xwe wek hereşe nebîne, rîya danûstandinê , têkilîyên baş dayne, alîkarîyê bide, ku li Surîyê ji nû va sazûmaneke federatif, demokratik bê pêkanîn.

Berjewendîyên Turkîyayê ne tenha li gel Ereban û Turkmanan, herusa divê gel Kurdan jî têkilîyên dostanê pêşta herin.

HAK-PAR dijî êrişên Turkîyayê yên leşkerî, yên derbarê Efrînê ye.
Tê xwestinê, ku yekser dev ji mudaxeleya leşkerî bê berdan.

17.01.2018
Bûroya Ragîhandinê ya HAK-PAR


Print