2018-07-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komcivîna Nûneran ya KOMKAR pêk hat
2018-02-13 22:04


Di roja 10-11. Sibat 2018an da, li bajarê Leverkusenê, bi beşdarbûna nûnerên komel û komikan, Komcivîna Nûneran ya KOMKARê pêk hat.

Komcivîn bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştî pejirandina rojevê, serokê KOMKARê Rohat Geran agahdarîyêk dûrûdirêj li ser pêvajoya dadgehî ya KOMKARê pêşkêş kir û paşê jî dest bi xwendina rapora karûbar kir. Beşdarên komcivînê, li ser raporê gengeşî kirin, rexne û pêşneyeranên xwe anîn zimên.

Piştê xwendina rapora malî, komcivîn bi xwendina rapora sîyasî rojeva xwe berdewam kir.

Di rapora sîyasî da, li ser her çar perçên Kurdistanê bi kurtayî agahdarî hatibûn dayîn û jibo pêşerojê jî pêşnîyarên konkret hebûn.

Gengeşîyek dûr û dirêj û balşêş jî, li ser rapora sîyasî hatin kirin.

Ji xalên rojevê xaleke girîng jî, rêbaz bû.

Di Komcivîna KOMKARê yê ku di rojên 16-17.09.2017an li bajarê Berlînê hatibû lidar xistin, biryarek jibo amadekirina rêbazek nû jî hatibû dayîn. Komîta Amadekar ya rêbazê, bi hazirî hatibû Komcivînê. Nûnerên komcivînê li ser rêbazê bîrûbawerîyên xwe anîn zimên.

Roja yekemîn, êvarê hozanê gelê Kurd Şivan Perwer jî seredanîyek li komcivînê xist û jibo karûbarên KOMKARê ra serketinê daxwaz kir.


Print