2018-07-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: ROJA JİNÊN KEDKAR PÎROZ BE
2018-03-07 10:57


Wekî kû tê zanîn li DYE (Dewletên Yekbûyîyên Emrîka), di sala 1857’an de nêzîki çil hezar jinên xebatkar ku di kargehek ristina cilubergan de dixebityan, ji maf berjewendîyên baştir dest bi karberdanê kirin û çalakîyek li dar xistin. Lê di vê çalakîy3e de hêzên ewlekar pir xedear bergirî li jinên xebatkar kirin û tedayeke mezin dane jinan.ser de ji agirbaranek li ber dergeyê kargehê dest pê kir kû jînên çalakvan ne karîn xilas bikin. Li dawî 129 jin bi şewatê jîyana xwe ji dest dan. Lewraye kû ji sed sala zêdetire roja 8’ê adarê wek “roja jinên kedkarê cîhanê” tê pîroz kirin.Koma Miletên Yekbûyî ( MY) pêşnîyara Clara ZEDKİN li ber çehv girtîye û her wiha, bi sedem vê bûyerê,berxedana jînan a di 8’tê adarê, wek rewa dîtina xebat û tekoşîna jinan a di warê mafên civakî, insanî û demokratik de bi fermî pejirandîye.

Jin di komelgeha Koledarîyê de, li sûk û bazaran,wek kole, her wek kelupelan, dihatin kirîn û firotan.

Di dema komelgeha Feodalî de,jin berdêl û xizmetkarên pergala serdest a mêran bûn. Tu maf û berjewendîyên mirovî ji bo wan nehati bu naskirin. Ew wek xebatkarên bêheq û bê hiqûq bûn.Di destê beg û axa û lejyon û senyor û koledaran de,pêleyîstok bûn,Jin di vê komelgahê de di bîn nîrê bindestîyê de bûn û rewşa wan a civakî zêde xerab bû.

Jin di komelgaha Kapîtalîzmê de jî, wek obje û remzeke xemlandî û bedew hatin hesibandin. Beden û bedewîya jinan bû amûrê zêdeqezenca karmend û dewlemendan.Jin wek objeyên sexsê hatîn dîtin.Pêş kû wek insan werin qebul kirin wek amûrên kêf û seyranê hatin hesibandin. Zilm û zordarî a jinayetî ji ser wan kêm nebû. Di vê komelgahê de hîn heqên insanî bidest xistin lê dîsan jî wek insanên dereca dûem hatin bijartin.

Di komegeha Sosyalizmê de jin, geyîştin azadîyek rasteqîn. Lê, ev yek jî jî bo jinayetîyê têrê nekir. Lewra wekhevîyek serbiser nemeşîya. Sosyalizm jî zû şikest xwar û wek pergalek demokratik nema karî temenê xwe dirêj bike. Jin dîsa man di nav tengasî û pirsgirekên xwe de.

Jinên Kurd jî, li seranser di van qonaxan de derbas bûne.Barê koledarîyê, teda û zilmê qat bi qat zêdetir kêşandine. Bûne hewî, bûne berdêlî, bûne amanca raya tengnezer û torevanîya kevnar û sedem vê yekê dîl û bende mane. Bi mebesta parastina “namûsê” buna amanc û hedefê xencer û gulleyên malbata xwe.Jin her roj sedem jinayetîya xwe têne kuştin û birîndar kirin.

Kûjerên jinan, her wiha kûjerên mirovantîyê ne jî.

Gelek kom û komel û rêxistinên jinayetî, şahitse, û demokratîk û sivîl,li ser pirs û pirsgirekên jinan mijûl dibin û pêşnîiyarên çareserîyê beyan dikin.Hinek ji wan azadîya jinan wek serdestbuyin ji mêran, yan, bêtêkildarîya mêran dihesibînin. Mêran wek sûcdar dibînin, desthilatdarîya “mêrane”ji desthilatdarîya sîiyasî cûda dibînin.Giringî û pêwistîya hevrejîyana jin û mêran ji rojeva jîyana civakî dertênin.

Mirovên şariste û hevdem, bi heyîna pirsgirekên jinan şareza û agadar in. Pirsgirek û heq û berjewendîyên jinan pirsgirekên here giringên îro ne.Heta kû jin azad û wekhev nebin jîyanek serbilind û bi rûmet nabe para wan.

Bêgûman,zadî û wekhevîya jinên Kurdistanê di Kurdistanek azad û demokratik de ye. Lewraye heta kû Kurdistanek azad û demokrat çê nebe, jinên Kurdistanê wekhev û azad nabin.

NİVSÎNGEHA RAGEHANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN



Print