2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR-Hollandayê rojbûna nivîskar D. Îzolî pîroz kir
2018-03-09 01:07


Ji bo pîrozkirina rojbûna nivîskarê FERHENG a kurdî-tirkî, kedkarê ziman û çanda kurdî D. Îzolî, li KOMKAR-Hollandayê bi mersimekê hat pîroz kirin.

Di ragihandina bi navê rêvebirîya KOMKAR-Hollandayê de hat dîyarkirin ku mamosta Îzolî yek ji damezrênerê komeleya wan e, wî KOMKAR bi gelek û gelek kesan daye hezkirin.

Herweha hat gotin ku Îzolî kanîyek e, bi dehên salan xizmeta ziman û çanda kurdî kirîye û dike. Û divê li vê kanîyê xwedî bê derketin. Di axaftina civînê de, bi berdewamî weha hat gotin: ‘’Mamoste Îzolî, te di nav kurdên derdora xwe de axaftina kurdî teşwîq kir, kurdî bêtir da hezkirin, Ferhenga kurdî-tirkî dîyarî gelê xwe kir. Wek rêvebir û endamên KOMKARê, em bi te serbilind in û şanazî dikin. Bila 78 salîya pîroz be, em ji te ra gelek salên din ên xweş hêvî û daxwaz dikin. Spas Mamosta! ‘’

Di civînê de, bi rêya sînevîzyon pîroznameyên gelek kesan, di nav wan de ê birêz Kemal Burkay, Şivan Perwer, cîgirên Serokê Giştî ên HAK-PARê Latif Epözdemîr û Cafer Stêrk bi şêweyekî zindî rojbûna Îzolî pîroz kirin. Îzolî ji bo wan û KOMKARê spas kir û dilxweşîya xwe anî zimên.


Print