2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PARê) li Agirî’yê Newroz pîroz kir
2018-03-17 18:53


HAK-PARê îro li meydaneke bajarê Agirîyê Newroz bi coş û şahî pîroz kir. Mudurîyeta Ewlekarîyê, biryar dabû ku hemû kesên 18 salî û jê piçûktir û hunermendên vexwendî bernedin meydanê. Li alîyê din, hin ciwanên apocî bi bi slogan û teşqeleyên xwe xwestin provokasyona bikin. Terefdarên HAK-PARê rê li ber xirabî û lîstikên wan girtin. Digel astengîyên dualî, ango yên dewletê û terefdarên apocî, çalakîya Newrozê bi xweşî derbas bû.

Serokê Giştî ê HAK-PARê Refîk Karakoç û rewşenbîr/siyasetvan İbrahim Güçlü, serokê Gruba Dicle Firat Muhittin Batmanlı jî beşdarî şahîyê bûn. Karakoç gotarek pêşkêşkir. Karakoç derbarî wateya Newrozê û giringîya pîrozkirina Newrozê de axifî. Wî her weha li ser rewşa sîyasî ya heyî û hedef û daxwazên HAK-PARê qisekir. Karakoç da xuyakirin ku tenê yekîtî û hevkarîya kurdan dikare wan bigihîne armancên wan ên rasteqîn. Wek HAK-PAR dixwazin ku gelê Kurd bi xebatên bê çek, bê teşqele, bi metodên aştîyane, ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û neteweyî têkoşînê bikin. Karakoç got ku Partîya Maf û Azadîyan xwe amade dike ku beşdarî hilbijartinên dahatû bibe, û xwest ku gelê me li Kurdistanê û li metropolên Tirkîyê alîkarîya wan bikin.

Cîgirê Serokê HAK-PARê Fehmî Atmaca jî bi axaftineke kurt, giringîya rojê, rewşa welat û xebatên HAK-PARê de qisekir.

Serokê berê ê HAK-PARê birêz Kamal Burkay jî pîroznameyek şandibû şahiya Agirî’yê. Pîrozname Burkay bi coş û dilxweşî hat pêşwazîkirin.







Print