|
Hewildanên avakirina Federasyoneke seranserî Ewropa |
2018-04-05 15:19 |
|
Hewildanên avakirina Federasyoneke seranserî Ewropa Roja 02.04.2018`an da li Bajarê Bottropê ji bo pêşamadekarîya avakirina Federasyonekê civînek hate pêkanîn. Di dema pêşya me da armanca vê civînê û gelek civînên weke vê wê li seranserî Ewropa bêne saz kirin, û encamên wan ji bo raya giştî bêne eşkere kirin. Ev sazî û komelên ku dest bi vî karî kirine, dixwazin di her welatekî Ewropî da Federasyonekê ava bikin û li seranserî Ewropa tevaya federasyon û komelên kurdistanî yên ku ala rengîn dipejirînin, kar û xebatên ji bo Kurdistaneke Azad pêwist dibînin û astengîyan ber vî karî dernaxin, encama referanduma pêşî lê vekirina Kurdistaneke azad xwedî derdikevin, sirûda netewî qebûl dikin, di bin banekî da kom bikin. Serkêşîya vî karî serokê KES parêzer Kahraman Evser û kek Derwêş dikin. Di vê civînê da nûnerên komela RONAK-Bochum, Komela Kurdan Hamm, Mala Êzidîyan Münster, KOMKAR, HEVALTÎ Bottrop, Komela Piştgirîya HAK-PAR Ewropa beşdar bûn û ji bo civîna pêşya me hinek biryar girtin. Sazkarên vê hewldanê hêvî dikin, ku Kurd jî bikaribin wek Yunanan, Cuhîyan û Ermenan sazîyeke giştî ava bikin û bibin dengê Kurdên li dervayî welêt.
|
|
|
|