2018-11-16
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR; DANEZANA HILBIJARTINÊN 24ê HEZÎRANÊ
2018-05-26 03:40


Di hilbijartina Serokkomarîyê de dengê xwe vala bavêje sandoqê, protesto bike,!


DI HILBIJARTINA PARLAMENTOYÊ DE WEKÎLÊN SERBIXWE YÊN KURD Û WELATPARÊZ HILBIJÊRE!

Hilbijartinên serokkomar û wekîlên gel ku divîyabû di mijdara 2019’an de bihatana çêkirin, bi biryareke bi lez û bez ev tarîx hat pêşxistin bû 24ê hezirana 2018’an.

Tirkîye di rewşeke awerte de diçe hilbijartineke ‘îcbarkirî’.
Herçend bi usûlên ne huqûqî mafê beşdarbûnê jê hatiye stendinê jî, HAK-PAR dê xwe nede alîyekî, dê midaxale bike.
HAK-PAR, bêyî ku bibe dûvika tu partî yan jî blokekê, dê li hember polîtîkayên dijî kurdan bisekine, bibe parêzerê daxwazên gelê me û bi namzedên xwe yên serbixwe ve beşdarî hilbijartinan bibe.

Gelê me yê qedirbilind;

Partîyên ku di hilbijartinên 1ê Mijdarê de ketin parlamentoyê, çi wek hukumet û çi jî wek muxalefet, wan di dewra çûyî de tu pirseke civakê çareser nekirin, sîyaseta rikberî û dijîtîyê tûjtir kirin. Niha jî pirsên aborî û sîyasî yên ku ew bi xwe bûne sebeb, davêjin stuyê hev û fatûra wê ji gel re dinivîsin.

Sozên ku wan sê sal berê dabûn çi lê hat?

‘Demokrasî’ gotin, Tirkîye di vê dewrê de anîn ber derîyê derbeyeke eskerî ya xwînrêj.

‘’Aştî’’ gotin, bajarên me kirin cihê şer û kavilkirinê. Têrê nekir; referandûma Kurdistana Başûr kirin mane tankên xwe ajotin ser sînor; leşker şandin ser Afrînê, bi kuştina 4 hezar kesan ve pesnê xwe dan.

Hîç welatek nemaye îro ku Tirkîye pê re pêwendîyên xwe xirab nekiye.
Niha jî, Tirkîyê bi rejimeke awerte, bi biryarnameyên hukmê yasayî tê îdarekirin.

‘’Azadî’ gotin; Tirkîye kirine wek girtîgeheke mezin...
Her kî devê xwe veke, her kî bibe muxalîf; nivîskar, rojnamevan, parlamenter, serokên şarederîyan, serokên partîytan, xwendekar, karsaz, karyarên medya sosyal, ferq nake, digrin û davêjne hevsê.

Gelê me yê hêja!

Ji wan partî û sîyasetmedarên ku di wextê de pirsgirêkên gel û welat çareser nakin, serda lê zêdetir dikin, hesab bipirse!

Ji derew û lîstikên wan partîyên ku li dû xwe wêran kirinê, hêstirên çavan û feqîrîyê dihêlin, bêje bese!

Gotin ‘refah’ jimara kesên bê kar gîhîşte sê mîlyon û nîv û ev jimar her diçe zêdetir dibe. Jimara hevwelatîyên ku li ser sînorê feqîrîyê ne, ji mîlyonan derbastir bûye. Ewan li ser parvekirina cihên rantê yên merkezî û herêmî şerê hev dikin. Pirsên esasî yên heyî çaresernakin, gel li dijî hev derdixin, pevçûn û rikberîyê xurt dikin.

Dema sandoq tên danîn, bêî ku şerm û fedî bikin, careke din ji we dengan dixwazin.
Yên ku di berdewamkirina sazûmana yekperest û uniter de israr dikin bavêje rexekî, ew hertim xwe dispêrin îdeolojîya resmî ya ku naxwaze pir etnîkî û pir çandîtîya civaka Tirkîyê bibîne û bi şêwazên totalîter zemînê ji bo pevçûn û şiddetê amade dike.

Li alîyê din, ew ên ku berî hilbijartinan bang dikin dibêjin; ‘Dengê xwe bidin aştî’yê ‘ û piştî ku dengên we distînin, şer û belayê tînin ser bajarên Kurdan, derên ku çavkanîyên welatparêzîyê ne, bi danîna barîkat û xendekan xirabe û kavil dikin, bi teqandina bombeyan li navendên bajaran dibin sedemê kuştin û birîndarkirina bi sedan kesên sîvîl, felçkirina aborîya herêmê, koçberkirina kurdan, ku bi sedhezaran kes cih û warên xwe terk dikin û dikevin halê penaberîyê; li dijî hewldanên serxebûna Kurdistana Başûr; ciwanên Kurdan di ber dewletên kolonyalîst Îran, Îraq û Surîyê û welatên emperyalîst de dişînin mirinê, çepgerên Tirk ên Kemalîst wek nûnerên Kurdan tayîn dikin û yên ku ji vê yekê re bêdeng dimînin, destegê didin wan, ji van re jî bêje ÊDÎ BESE!


DENGÊ XWE BIDE NAMZEDÊN SERBIXWE YÊN KURD Û WELATPARÊZ!

Ji bo mehkumkirina polîtîkayên neçareserîkirinê yên partîyên rantxur û parastina doza xwe ya heq wekîlên xwe yên rasteqîn bişîne meclîsê...

Bi raya me pirsên Tirkîyê pirsên şêwesazîyê ne, bi avakirineke ji nû ve hemû pirs dikarin bi awayekî rast û durust bên çareserkirin.

Bona vê yekê daxwaz û pêşniyaza me ew e ku, sîstema îdarî bi şêweyê federalî ji nû ve bê sazkirin.

KOMARA FEDERAL

Sîstemên federal, ew formên îdarî û siyasî ne ku li cografyayên pir-milletî de gel û komên etnîkî di nav wekhevî azadîyê de dijîn. Îro hema bêje nîvê dewletên dinyayê bi sîstemên federalî tên îdarekirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA-USA), Rusya, Belçîka, Kanada, Swîsra, Almanya, Hîndîstan, Afrîka Başûr û gelek welatên din sîstema federalî pejirandine.
Komara Tirkîyê jî, pirsgirên xwe yên ku ji roja avabûna xwe heta nuha çareser nekirîye, pirsa Kurd di serî de, hemû pirsên din dikare di sîstemeke ademî-merkezî wek federasyon de çareser bike. Divê Tirkîye li gor rastîyên xwe yên pir-zimanî, pir-çandî, pir-netewî bi formeke îdarî ya nû; bi şêweyê federalî ji nûve bê sazkirin.

Di serî de herêma ku Kurd lê piranî ne, derên ku cudahî lê hene sazîyên federe bên avakirin. HAK-PAR li ser vî bingehê parvekirina desthilatdarîya îdarî û sîyasî rast dibîne û ew yekane partî ye ku çareserîya federal pêşniyaz dike.
Divê Tirkîye derbasî sîstema federal be.

PIRSA KURD

Piştî hilweşîna dewleta Osmanî ku dewleteke pir-netewî, pir-zimanî bû, di wê de gelek komên cuda yên etnîkî çandî û bawerîyên olî pêkve dijîyan, Komara Tirkîyê bi paradîgma yek millet, yek ziman, yek al wek dewleteke unîter hat avakirin, ji destpêkê heta îro pirsgirêka wê ya here muhîm pirsa Kurd e.

Bi yasaya bingehîn ya 1924’an, dewleteke li ser hîmê qewmîyeta Tirk, merkezîbûneke dest-hişk, unîter û nijadperest hat damezrandin.
Bi vî awayî hemû maf û azadîyên Kurdan ên bingehîn, mafê wan ê xwe îdarekirinê li welatê xwe hat çopandin. Hemû îtîrazên ku li dijî vê zihnîyeta yekperestîyê çêbûn, berxwedan û serhildanên ku rûdan, bi qetlîmên mezin, di dereca jenosîtê de hatin vemirandin. Zulm û zordestî li ser Kurdan bê navbir dewamkir. Ji wê rojê heta nuha dewletê hertim hewldan ku Kurdistanê bi Mufetişîyên Umûmî, Îdareyên Urfî, Rejimên Rewşên Awerte îdare bikin. Dadgehên Îstiklalê, Planên îslahata Kurdistanê (Şark İslahat Planları), qanûnên Îskana Mecbûrî, bi valakirina gundan Kurd bi girseyî ji welatê xwe hatin koçberkirin, ew şandin bajarên rojava, derên dûr. Bi cînayetên bi destê hêz û yekîneyên paramilîter Kurdistan hertim di rewşa şer de hat hîştin.
Di bingehê Pirsa Kurd de, sebeb polîtîkayên dewletê yên yekperest, înkarker û zordest in.
Esasen ev polîtîkayên şîddetê û zordestîyê ne, ku Pirsa Kurd li Tirkîyê nayê çareserkirin, demokrasî bi pêşda naçe û nabe sazende, li ser hev derbeyên eskerî çêdibin, îdareyên urfî û rewşên awarte tên çespandin.

Sebebên ku pêvajoyên trajîk li Rojhilata Navîn derdikevin holê, li ber çavan e; ew jî ev e ku civakên vê herêmê amûrên demokratîk û metodên heqanîyetê bi kar naynin û loma jî nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Çareserîkirina pirsan, ji wan ên ku hebûna xwe di dijayetîya Kurdan de dibînin, nayê hêvîkirin.
HAK-PAR, berî ku pirsgirêkên îro heyî di demên pêşde bibin sedemê encamên felaketekê, ji bo çareserîyê, li Tirkîyê sazkirina Federalîyê pêşniyaz dike û ji bo dixebite.

ÇARESERKIRINA PIRSÊ, BI NASKIRINA MAFÊN KURDAN ÊN BINGEHÎN VE GIRÊDAYÎ YE


Divê Kurdi ji bîr nekin, ku desthilatdar û muxalefet hemû bi hevre çawa li dijî Kurdistana Başûr û Rojava tewrên dijminatîyê, gotinên nijadperest û nefretê nîşan didan.
Kurd divê destegê bidine dînamîkên xwe yên sîyasî; nedine partîyên sazûmanê.
Bi vî awayî dersekê bidine wan yên ku Kurdan tune dihesibînin, zihnîyeta ku dixwaze welat bi yek rengekî boyax bike û partîyên dûzenê ku li gor vê zihnîyetê tevdigerin mehkûm bike.

Divê zimanê Kurdî di gel zimanê Tirkî bê qebûlkirin wek zimanê resmî; ji mekteba sereta bigre heta zankoyê di mekteban de bête xwendin û di warê kamu de bi serbestî bê karanîn.

Em wek HAK-PAR, dema ku perwerda zimanê zikmakî li Tirkîyê diparêzin, di eynî demê de ji bo hemû civakên li vê cografyayê bi komasî hene, wek Ereb, Laz, Çerkez û yên din jî pêwîst dibînin.

AZADÎYA BAWERÎYAN Û PIRSA ALEWÎYAN

Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku dewlet dev ji ravekirina Alewîtîyê ya li gor têgeha xwe terk bike.
Hemû mafên rewa yên Alewîyan bête dayîn û di vî warî de çi daxwazên wan hene rojekê zûtir bên pêkanîn.
Mafê herkesî heye ku dînê xwe fêrbe, li gor pêwîstîyên wê tevbigere û bijî. Divê vî mafê xwe bi serbestî bijî. Erkê dewleta laîk e ku bê ku ferq û cudahîyê têke navberê, ji wan re îmkanan pêşkêş bike.
Em wek HAK-PAR laîktî û azadîya bawerîyê a bi vî rengî diparêzin.

SÎYASETA DERVE DIVÊ BI RÊZGIRTINA HEVDU Û PÊWENDÎYÊN AŞTÎYANE BE

Dewleta Tirkîyê, di serî de Îran, İraq, Surîye, DYA (USA), YA (EU) û Rûsya, bi hemû dewletên cîhanê re di navenda pêwendîyên xwe de dijayetîya Kurdan danîye. Divê dest ji vê sîyaseta şaş berde.
Pêwîst e Tirkîye, hem li hundir pirsa Kurd bi şêwazên hevçax û medenî çareser bike, hem jî bi Kurdên nav sînorê dewletên cîran, Îran, İraq û Surîyê re pêwendîyên baş deyne û pêşde bibe.
Divê destkeftîyên meşrû yên Kurdan li herêmê ji bo xwe wek pirsa beka nebîne, bi tirsa ‘parçebûnê’ tevnegere.
Danûstendinên Tirkîyê bi Yûnanîstanê re jî, bi Yekîtîya Ewropayê re jî, bi DYA re jî baş nameşe.
Divê Tirkîye di serî de bi Kurdistana Başûr û Kurdên Kurdista Surîyê re û bi cîranên xwe re pêwendîyên cîrantîyê ên baş çêke; li mafên wan re rêz bigre li gor normên civaka navnetewî tevbigere.

ENDAMETÎYA YEKÎTÎYA EWROPA (YE)

Em wek HAK-PAR piştgirîyê li endambûna Tirkîyê di Yekîtîya Ewropa (YE) dikin û dixwazin rojekê zûtir pêkbê. Ji bona vê gereke Tirkîye rojekê zûtir reformên pêwîst temam bike, şertên endambûna YE bi cih bîne.

YASAYEKE BINGEHÎN YA DEMOKRATÎK ŞERT E

Yasaya bingehîn a Komara Tirkîyê, piştî 37 salên derbasbûyî hîna jî rêçên cûnta eskerî û ruhê wê diparêze.
Em wek HAK-PAR dixwazin yasayeke bingehîn li gor realîteya heyî ya Tirkîyê, ango ya pir-netewî û pir-çandî ji nûve bête çêkirin.
Divê ev yasaya bingehîn zemînê çêkirina sazûmaneke federal, demokrasîyeke di standartên YE de, ya pir rengî, pir peşdarî amade bike.
Pêwîst e kirîterên Kopenhaginê bên bicîhkirin.
Divê li gor Şertê Komîsyona Venedîkê hemû partîyên sîyasî, komelên ku xwe ji şîddetê dûr digrin bên avakirin, di jîyana sîyasî û sîvîl de bikarin cihê xwe bigrin.
Divê Yasaya Partîyên Sîyasî, Yasaya Hilbijartinê bête demokratîzekirin; baraja hilbijartinê bi temamî ji holê bête rakirin, her partîyek bikare li gor rêjeya dengên wergirtî li parlamentoyê bête temsîlkirin û li gor dengên xwe ji xezîneyê alîkarîyê bistîne. Yasaya Cezayê li gor normên heqanîyetê bên guhartin. Yasaya şerê bi terorê re bê tunekirin.

PIRSA JINAN

Em jî terefdar in ku, li gor peymana ku di Yekıtîya Milletan de hatîye qebûlkirin û Tirkîyê jî pejirandîye, ango pêşîlêgirtina her cure asteng û ferqîyetên li hember jinan rûdidin, li welatê me jî hemû astengên ku rê li ber beşdarîya jinan di jiyana sîyasî û civakî de digrin, ji holê bên rakirin.
HAK-PAR li dijî newekhevî û mekanîzmayên ku her roj ji nû ve ji alîyê dezgehê serdest ê mêran tên afirandin dê micadele bike.

MAFÊN KARKER Û ZEHMETKÊŞAN

Em ê hemû mafên zehmetkêşan yên ku di peymanên navnetewî de jî hatine mîsogerkirin, bi cih bikin, asteng û barîyerên li hember rêzbûn (organîzebûn) a karker û zehmetkêşan hildin.
Em ê wek HAK-PAR ji bo ku mafên karkeran, ewlebûna jîyana wan derkeve ser dereca standartên hevçax bixebitin.
Kêmtirîn muçe (asgari ücret) di civakekê de pîvaneke xirab a keda mirov e. HAK-PAR dê ferqa navbera tam-muçe û kêmtirîn-muçeyê da ji holê rake, keda wek hev muçeya wek hev, li gor berjewendîya hemû zehmetkêşan tedpîq bike.
HAK-PAR dê derveyî sektorên ku di çarçova perwerdekirina meslekî de, xebitandina zarokan qedexe bike, di vî warî de mekanizmeke kontrolê pêkbîne.


REWŞA ASTENGÎNAN
HAK-PAR dê ji bo tedbîqkirina standartên navnetewî di rewş û hoyên hevwelatîyên astengîn bixebite, malbatan, derûdor û civakê di vî warî de perwede û zana bike. Dê mekanîzmayên teftîşê bi taybetî pêkbîne daku kesên astengîn bişopîne, biparêze.

JÎNGEH Û SIRUŞT

HAK-PAR giringîyê dide pêşxistina zanyarîya derheqa siruşt (tabiat) û jîngehê (çevre) de. Di vî warî de ango ji bo bilindkirina şiûra jîngehparazîyê dê bi grupên jîngehparêz re tevayî projeyan amade bike, bibe hevkar, piştgirîya xwe pêşkêşî wan bike.

BAJAR Û JÎYAN

HAK-PAR dê bajar û herêmên nûjen û modern avabike bêî ku derdor û tebîetê xirab bike, zerarê bide hijayîyên aborî. Ji bo parastina jîngehê dê bi dezgeh û sazîyên jîngehparêz re tevayî projeyan pêkbîne, di nav gel de zanyarîya parastina bajar û jîngehê pêşde bibe.

ABORÎ Û PÊŞXISTINA ABORÎYÊ

Pêşketina aborîyê (ekonomî) bi bernamekirinên bi îstîkrar, bi zanebûn karanîna çavkanîyên aborî ve girêdayî ye. Em di wê bawerîyê de ne ku, pêşketina aborîyê bi pêkanîna jîyaneke civakî ya bi aştî, aramî û ewlebûnê dikare pêk bê. Divê çareserkirina pirsên hundir û derve ne bi amûrên şer, lê bi rê û amûrên aştîyane pêkbên. Ne ku çavkanî ji bo çek û sîlahan, şer û operasyonan, xurtkirina çerxa mîlîtarîst bên serfkirin.

HAK-PAR dê çavkanîyên aborî û jîngehê ne ji bo tang, topan, gulle û bombeyan, lê ji bo hilbirîn (üretim) û pêşdebirina aborîyê serf bike.

BÊKARÎ Û FEQÎRÎ

Li Tirkîyê, di navbera herêman de, ferqên gelek mezin di dengeya aborî û hatinîyan de hene. Ferq her diçin kûrtir dibin û civak roj bi roj berbi feqîrîyê ve diçin. Yek ji encamên vê rewşê, bêkarî ye. Feqîrî û bêkarî ji hevdu dizên. Şerê qirêj di nav salan de li Kurdistanê aborî temamen herifandîye, bingehên wê ên tabiî wek xwedîkirina pez û dewaran û çandinî hatîye ber sînorê nemanê. Li vêderê bêkarî û feqîrêyê bêhna gelê me çıkandîye. Gund û mezra, heta bajarên herêmê ji ber şîddetê, ji ber mehsûrîyeta aborî vala dibin, bi sedhezaran kes ji bo nanê devê xwe peyda bikin ji cih û warên xwe koç dikin diçin rojavayê Tirkîyê. Sermayeya zeif û kêm ya heyî jî Kurdistanê terk dike û kirîye.

Ew rewşeke gelek xeter e, nikare weha dom bike.

HAK-PAR, ji xwe re dike armanc ku ji bo dîtina rê û çareyên rakirina bêkarî û feqîrîya li herêmê bibîne. Divê bêdengebûna aborî ya di navbera herêman de ji holê bê rakirin, ku ev jî bi zêdekirina çavkanîyên aborî yên taybet, bi tedbîqkirina bernameyên taybet mumkun e. Ev hedefeke sereke ya HAK-PARÊ ye.

Li Kurdistanê li gelek deveran gund û mezra ji ber şerê qirêj hatine valakirin, erdên neçandî gelek e. Ji bo ku xelkê van deveran dîsa vegerin ser erdên xwe, gundên xwe, tedbîrên aborî û civakî yên taybet pêwîst in. HAK-PAR dê ji bo realîzekirina vê yekê bixebite.

Tirkîye dewleta burokrasîya sîvîl-eskerî ye.

Ev çerxa qerase ya burokrasîyê, ya bêkêr, ya ku tu afrandineke wê tune û serda bi şêweyekî wisa dizvire ku çavkanîyên aborî yê welat xilas dike.
HAK-PAR dê burokrasîyê biguherîne daku bêtir ji bo di xizmeta gel kar bike.

HAK-PAR ŞÊWEYEKÎ NÛ YÊ SÎYASETÊ DIPARÊZE

HAK-PAR bawer dike ku pirsgirêk dikarin bi rîya dîyalogê bên çareserkirin; her dîyalogek dikare bi xwe re îmkanekê lihevkirineke peyda bike.
Tu pirs bi rîya şîddetê û pevçûnê nayê çareserkirin.
Em terefdarê wê yekê ne ku pirs bi metodên aştîyane bên çareserkirin, ne ku bi şîddet û pevçûnan.

Em terzekî nû yê siyasetê didin ber xwe û bawer dikin ku gel dê vî terzî bipejirîne, me hembêz bike, û em ê pêkve jîyaneke azad, aştîyane, aram û bi rûmet avabikin.

Gelî hevwelatîyên hêja,

HAK-PAR, ku ji bo azadî demokrasî û aşitîyê têdikoşe, bi namzedên xwe yên serbixwe beşdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê dibe.
Em bangî we dikin ku hûn piştgirîyê bidine namzedên serbixwe yên welatparêz û Kurd;

HAK-PAR DIBÊJE;

-POLÎTÎKAYÊN DIJÎ KURDAN, DIJÎ DEMOKRASÎYÊ MEHKÛM BIKE!

-YÊN KU FEYDA XWE Dİ NEÇARESERKIRIN Û ŞÎDDETÊ DE DIBÎNIN CEZA BİKE!
-PIŞTGIRÎYÊ BİDE NAMZEDÊN SERBIXWE YÊN KURD Û WELATPERWER!

Print