2018-11-14
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şeva piştgirîyê ji bo berendamên serbixwe yên HAK-PARê hat çêkirin
2018-06-04 22:00


W. LICÎ- Paris

Roja 27.05.2018, ahengeka piştgirîyê li Gonesse, dorbajarê Parîsê ji bo berendamên serbixwe yên HAK-PARê hat çêkirin.
Di bernamê da nûnerê komîteya HAK-PAR li Fransê M.Alî Dersimî, cîgir û nûnerên şaredarîya Gonesse û nûnerê komeleya France Kurdistan axivîn.
Komîteya Espoir-Efrîn (Hêvî-Efrîn) jî, bi vidyo-projeksîyoneka li ser rewşa Efrînê tevlî bernamê bû.
Hunermêndên navdar Nîlufer Akbal, Mehmed Atlî, Cîhan Xan, Denîz Kilav-Alî Yeşîl jî bi stiranên xwe ahenga piştgirîya Partîya Maf û Azadîyan – HAK-PARê dewlemend kir.
Bername bi axiftin û pêşkêşîyên hunerî, bi şêweyekî serkeftî derbas bû.


Print