2018-08-16
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Refik Karakoç xebata propagandayê didomîne
2018-06-06 18:57


Berendamê serbixwe yê wekîltiya gel li Diyarbekirê Refîk Karakoç, ji bo propaganda hilbijartinê xebata xwe didomîne.
Bi qasî 100 hezar îlanên destan û belovok li navenda bajêr û qezayên wê tên belavkirin.
Ji bo meşandina xebatên propagandayê, komên ji 15 kesan pêkhatî bi dil û can kardikin.
Derbarî xebata propagandayê de, Refîk Karakoç nirxandinek kir û weha got: ‘’ Em dixwazin di pêvajoya hilbijartinê de daxwazin gelê Kurd derxînin pêş; xeta mîllî, welatperwer xurt bikin. Vê pêvajoyê bona vê yekê bi kar bînin.’’
Karakoç di berdewamîya axaftina xwe de got:
‘Em hewl didin xwe bigihînin her kurdeki, ew hemû manûpilekirin û berevajîkirinên doz û daxwazên meşrû yên gelê Kurd, ew hîle û kemînên li ber tevgera netewî hene eşkere bikin, gel hişyar bikin.
Em li rojên pêş mêze dikin.
Em pê serbilind in ku alternatîvekê didin ber gelê xwe. Li hemberî kom û blokên ku li ser dijayetîya Kurdan bi hevre hevkarîyê dikin, yan jî aştî dibêjin lê şîdet û xirabîyê tînin dixin navendên bajaran û gelê me bêzar û perişan dikin.
Kadroyên HAK-PARê û ciwanên me, ekîbên me yên xebatê mal bi mal, kuçe bi kuçe digerin û bê westan hewl didin ku mesajên me bigihînin gel.
Em çalakîyên xwe her roj zêdetir dikin.
Em dixwazin her kes û derdorên welatparêz li hember pêlên nijadperest û şoven xwe ragrin; ber bayê firtoneka menfaetên şexsî nekevin . Nişandana helwesteke mîllî û demokratîk ne tenê erkê me ye, ê her welatparêzekî xwedî xîret e. Loma em bang li hemû welatparêzan dikin ku piştgirîya xwe nîşandin.’’

Print