2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Meclîsa HAK-PARê; Wezîfê me yê lezgîn sazkirina alternatîfeke bi hêz û bi îstîkrar e
2018-08-01 20:01


Piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê Tirkiye ji pergala parlementeriyê derbasê pergala “Serokatiyê” ya usûla Tirk bu.

Hewldana aliyên Kemalîst û mîlîtarist ku ji sala 1920an ve desthilatdar in û hatine dorpêçkirin, têr nekir ku vegerin serdema xwe ya berê. Herçiqas bi dest guhertina desthilatdariyê re Tikiyeyê pergala parlamenteriyê paşde hêştibe jî, di esasê xwe de çu tiştek nehatiye guhertin; ya balkêş ew e ku hemû desthilatdarî di destê kesek de hatiye berhevkirin, sazî û dezgehên dewletê ji binî heta jor ji nû ve ji aliyê serok ve hatine bikeyskirin. Ji hev qetandina hêzan ku bingeha rejîmên demokratîk in, bi tevahî ji holê hatiye rakirin.

Wek demên berê di pêvajoya vê hilbijartinê de jî, ji pêşkêşkirina projeyên çareseriyê yên jibo pirsgirêkên esasî û peydakirina rê û rêbazên demokratîkbûna welat pirtir, bi çawabûna bidestxistina deshilatdariyê ve mijûl bûn û carek din siyaseteke li dijî kurd şopandin.

Partiya Maf û Azadiya-HAK-PAR ku bi şêwazeke bêhuqûqî mafê hilbijartinê jê hat stendin, ligel hemû zehmetî û mercên nelirê li pênc bajaran bi namzetên serbixwe beşdarê hilbijartinê bû. Bê ku hesabê dengan bike û xwe bide xeraxek û ji dûr ve temaşe bike, li gor derfetên xwe li hemberî bereyên dijî kurd bêdeng nema û polîkayên wan aliyên ku zerarê didin Gelê Kurd, teşhîr kir. Daxwazên Gelê Kurd û pêşniyarên partiya me yên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de dexist pêş û xist rojevê.

Berbiba nebû, ji polîtîkayên şaş û xelet re û ji saziyên polîtîk re nebû palpişt û kutek.

Herçiqas “Tefaqa Cumhur” ku AKP û MHP di navenda wê de bûn, di hilbijartinê de bi serket jî, lê, hê jî pirsgirên esasî yên wek ya kurd, ya elewiyan û herwisa bendbendiya ku beriya hilbijartina din av civakê hat peydakirin, hê didome.

Pirsgirêkên abori, civakî, pêwendiyên neerênî yên bi welatên cîran re li ser dijayetiya Gelê Kurd, qeyranên ku di pêwendiyên bi Emerîka û welatên Yekîtiya Ewrûpayê re derketinê holê, roj bi roj mezintir dibin.

Li Tirkiyeyeyê, bi vegotinên “perçebûn” û “xeteriya mayindetiyê” ku her diçe di nav civakê de tirs û alozı mezintir dibin, her wisa jî, roj bi roj pêla nijadperestiyê û rageşiyê dijwartir dibe. Divê bê zanîn ku Tirkiye bi vî awayî û bi van polîtikayan pêşde biçe.

Divê rayedarên Tirkiyeyê vê yekê bizanibin ku heta pirsgirêkên esasî ku pirsgirêka kurd jî din av de ye, çareser neke, demokratîkbûnê û berfirehkirina azadiyan ji xwe re nekin armanc, Tirkiye nikare bibe welatekî demokratîk û hevdem.

Meclîsa Partiya Maf û Azadiyan, destnîşan kir ku ji wan partiyên ku ew bixwe pirsgirêk peyda dikin û dibin perçeyek wê, çareseriyên demokratîk nayê hêvîkirin. Herwisa ragihand ku ji ber vê yekê ewê tekoşîna xwe ya demokratîk ya jibo bidestxistina maf û daxwazên gelê kurd bidomînin.

Ji aliyek din ve jî, pêvajoya vê hilbijartinê, bêserûberî tevgera welatparêz û belawelatî û meyla qadirên siayasî yên kurd ya ji berbabûnê re û hesabên hîzbî û şexsî carek din da nîşandan ku

Di vê pêvajoyê de herweha, din av tevgera siyasî ya kurd de yên ku li ser xeta neteweyî û demokratîk bi israr in û yên di çarçoveya projeyan de hatine avakirin û palpiştên wan ji hev hatin kifşkirin.

Sazkirina alternatîfeke bi hêz û bi îstîkrar, herçiqas gelek bi zehmet be jî, teqez divê biserkevî û yek ji wezîfeyê me yê lezgîn e.

Partiya Maf û Azadiyan, dê nebe palpiştê çu aliyeke siyasî ku samîmî nîn in, herwisa jî, dê din av xebatên bi vî rengî de cîh negre û wexta bi tiştê wisa re wenda neke.

Meclîsa Partiya Maf û Azadiyan, herwisa ji bo bihêztirkirina aliyê xwe rêxistinî û bidestxisina mafê xwe yê beşdarbûna hilbijartinê ku bi destezorê hatiye desteserkirin, dê zêdetir hewl bide. Herwisa, tiştên din ku divê bên kirin, hatin destnîşankirin û di vê çarçoveyê de lijneya serokatiyê ji nû ve hat sazkirin.

Meclîsa partiya me, carek din bang li welatparêzên kurd û kesayet û qadirên siyasî ku reftarên tekoşîna demokratîk in, kir ku piştgiriya Partiya Maf û Azadiyan bikin daku xeta neteweyî, demokratîk û aşîtîxwaz xurttir bibe û bibe alternatîf.

MECLÎSA PARTİYA MAF Û AZADİYAN




Print