2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
REJİMA KEVNEPERESTA ÎRANÊ Jİ XWÎNA KURDAN TÊR NABE
2018-09-09 00:48


Latif EPÖZDEMİR (Cîgirê Serokê Giştîyê HAKPAR’ê)

Her wekî ku tê zanîn rejima dagirker û nîjatperesta Îranê di van demên dawî de bêperwa Kurdan qetil dike û dikuje. Berî salek li DİRÛD a bi ser LORİSTANÊ şeş Kurd bi navên adı Hemze Leşinî, Muhsin Wîraysî, Mihemed Çubak û Husên Reşnû bê sûc û tawan, bi hinceta beşdarbuyîna çalakîyên kolanan;hatibun gulebarankirin. Dîsa li Sewlawaya Meriwanê Kurdek binavê Kerim Mihemed bê dadige hate kuştin.

Roja 19. 12. 2017 Mihemed Kelhur ku temenê wî ji 18 salan biçuktire, hate idam kirin. Her di wan demande rejima hov û xwinrêj 12 Kurdên welatparêz li ku li Kirmanşanê di zindanê de bun wan infaz kir û kuşt.

Sala borî hêzên ewlekarîyên rejima îranê li Serdeştê, li nevbeyna qezaya Bêtuşî û gundê Meznê du xortên Kurdên bi navê Mihemed Bêranî û Osman Kurdî bê dadige û bê lêpirsîn teror kir.

“Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim. : Êdî bi Eceman nexapin û ji sonda wan a bi Quranê û qewil û bext û ehd û peymanên wan bawer nekin. Sedem ku ew ne Xwedê nas dikin, û ne jî, Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban tê bîra wan. ” ( Ji wesyeta Qazî Mihemmed)

Rejima kevneperest û dirinde a îranê roj tine ku xwîna Kurdan nerijîne. Komara îslamî a îraneê, bi hemu hêz û karîna xwe hêrişê Kurda dike û xwîna Kurdan dirjîne. Roj nîne ku xorteke Kurd bi dirindehî neyê darvekirin, yanî kuştin. Rejîma kolonyalîst a Komara îslamîya îranê van rojan dîsa sê xortên Kurd ku navê wan :RAMİN HUSEYÎN PENAHÎ, Û birazîyên wî ZANÎYAR MURADÎ û LOKMAM MURADÎ bi idam kir. ” Ji dujminan bawer nekin, bi taybet jî dujminên Ecem, ji ber bi çend awa û riyan Ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku ew her tim li Kurdan bi hincet û behane ne, bi kêmtirîn tawanê we, we dikujin û ji tu tawanan di derheq Kurdan de, dûr nasekinin. ” ( Ji wesyeta Qazî Mihemmed)

Hê ku xwîna wan şehîdan sar nebibu vê carê jî, dewleta dagirker bi yarmetî û piştevanîya HAŞDÎ ŞAABÎ û xulamokên din yê rejima îranê bi top û muşek û balafiran herişeke dirinde bir ser baregayên herdu partîyên Kurd ku li başurê Kurdistanê, li Koysencaxê niştecî bune.

Balafirên Îranê roja borî hêrişek bir ser baregayên PDK-Î û HDKÎ ku di encamde nêzikî (20) bist kes hatin kuştin û ji sedan zêdetir ( hetanî niha 105 kes) kes jî birîndarin. Her niha jî, ji bin mal û xanîyên hilweşandî û ruxayî kuştî û birindar dertên. Mixabin ku jimara kuştî û birîndaran, wê zêdetir jî bibe. Lewra gelek kes hê jî, dibîn enkazê de, li benda felatê ne.

Rejima kevneperesta Îranê, ku niha li derve û hundir dinav alozî û qeyranên aborî û sîyasîyên giran daye, dixwaze ku di vî qonaxî de, Kurdan bike amanca kirinên xweyên terörist û dirinde.

Pergala dijî Kurd a herêmê dibin serkêşîya dewleta îranê de dimeşe. Îran ji bab û kalan ve dujminê kokê Kurdane. Li bîr e ku di sala 1946’an de nemir Qazî û hevalên xwe bi mêrxasî Komara Kurdistanê parastibun û canê xwe di ber serxwebuna Kurdistanê de feda kiribun. Qazi wê rojê dabun nîşan ku hergîz bi dewleta dagirker a îranê bawerî nayê kirin. Wiha şiret li Kurdan dikir QAZİ’yê nemir:” Gelî bira, êdî bi dujmina nexapin. Dujminên Kurdan ji kîjan reng û nîjatek û netewekê bin, her dujminin. Bê rehm û bê dilovanî ne, bê wijdanin , wê we bi hevdu bidin kuştin, wê, we temah bikin û bi direw û xapandinê; wê we berengarîya hev bikin. ” ( Ji wesyeta Qazî Mihemmed)

Her wiha rejima Kolonyalîst, hetanî niha gelek rayedar û revebirên Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên terorist û bêkeys xistîye kemînan û şehîd kirîye. Doktor Qasımlo, Doktor Said Şerefkendi, E. Qadirî û gelek reveberê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, bi destên qirêj a rejima îranê hatin qetil kirin.

Di hêrişa hewayî a roja berê de jî, mixabin ku 5 kes ji desteya reveber û serkirdayetî a PDK-İ(Partîya Demokrata Kurdîstana Îranê) hatine şehît kirin. Ji herdu partîyan jî kuştî û birîndar henin u gelek birîndar jî, birîna wan heyf û mixabin ku, xedare. Pir mixabin ku di vê hêrîşa dagirkeran de, Sekreterê giştîyê PDK-İ birêz Mistefa MEWLÛDÎ û sekreterê giştîyê berê yê PDK-İ birêz Xalid EZÎZÎ digel çend kesên endamê komita navendî a heman Partîyê jî, birîndarin

Ez, li ser vê buyera dirinde û terorîst bi telefonê li berpirsên herdu partîyan bi telefonê gerîyam û mingh serxweşîyê da herdu alîyan jî. Min di telefonê de got: ”Ez wekî kevnehevkarek we, û her wiha wekî bi milyonan Kurdên Bakur gelekî bi êş û giryanim, li ser vê buyerê gelek xembarim. Rohê şehîdên Kurdistanê şad be, ez şifaya xêrê ji birîndaran re daxwaz dikin, dilê me her tim li ba dilê we ye. Serê gelê Kurdistanê sax bi. Rejima kevneperesta Îranê wê di nav xwîna Kurdan de bixeniqe. ”Lê çî feyde ku bi dehan Kurdê leheng canê xwe di ber azadîya Kurdistanê de feda kirin û hê gelek jî hazirin ku ji bo Kurdistanek aza û serbixwe canê xwe fedayê azadîyê bikin.

Demeke dirêje ku girseya HAK-PARê, endam û alîgir û hevalbendên derveyê welat û bakurê Kurdistanê bi çalakîyên dijî rejima Îranê, van kiryarên hovane û dirinde şermezar dikin û bang li bîr û raya Cihanê dikin ku bala xwe bidin ser kiryarên rejima dijî Kurd a Îranê.

HAK-PAR her wekî hetanî îro wê bi qederê imkan û karîn û hêza xwe piştevanîya gelê Kurdistana Îranê bike. Careke din û her tim: Bimre koledarî. Bimre rejima kevneperesta Melayokên îranê. Şad be giyana pak a şehîdên Kurdistanê.

“Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ranewestin ji bo, mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê w e jî hebe. ” ( Ji wesyeta Qazî Mihemmed)

Serê gelê Kurdistanê û dostên Kurdan yên di Cîhanê sax bî.
Print