2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî birêve diçe
2018-09-12 09:51


BasNews – Li Rojhilatê Kurdistanê dijî darve kirina sê girtiyên siyasî yên kurd û bombebarana li ser binkeyên partiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî birêve diçe.

Grev îro 12.09.2018ê li bajarê Sine, Merîwan, Seqiz, Bane, Mihabad, Bokan, Şino, Pawe û Pîranşarê destpê kir û dukan û bazar hatiye daxistin.

Rêxistina Mafê Mirov (Hengaw) ragehand, hikûmeta Îranê bo têkdana hemahengiya di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê xetên înternetê giran kiriye û li çend navçeyan jî bi temamî qutkiriye.


Print