2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê PAK–Rojhilat Husên Yezdanpena li Hollanda civînek li darxist
2018-11-19 10:36


Roja 18.11.2018 li komela Koç-Kak (Komela Çanda Karkerên), bi amadebûna berpirsê parti û rêxistınên Kurd yên her çar beşên Kurdistanê û bi amadekarîya rêxıstıan PAK-Rojhilat lı Hollanda, serokê Partîya Azadî Kurdistan-Rojhilat Husên Yezdanpena civînek li darxist. HAK-PAR Hollanda bi heyetekê ve di civînê de beşdarbû.

Husên Yezdanpena bi gelemperî behsa rewşa siyasî ya Kuristanê û helwesta dewletên mêtinkar kir. Bi kurtasî behsa xebata Partîya xwe ya di warê siyasî û leşkerî kir.



Yezdanpena da xuyakirin ku Kurdistan, bi her çar parçeyên xwe ve yek welat e; erka her neteweperest û hêza Kurd ew e ku li kîjan beşî pêwîstî pê hebe, divê li wê derê bitekoşe!

Serkirde û Serfermandar hêja Husên Yezdanpena, bı girîngî da zanîn ku divê tu partî û hêza Kurd ji bo demokrasîya dewletên mêtinkar, xwîna Kurdan nede rijandin, ked û enerjîya gelê Kurd xerc nekin, lewra ewê ew xebat û wxîn vala here û tu feyda wê ji rizgarî û azadiya gelê kurt re tune be! Got ku Kurdistan serbixwe nebe, gelê Kurd dewleta xwe ava neke, di van mercên cîhanê de gelê Kurd wê negihê aramî, azadî û yekîtîya netewî!

Behsa şerê li dijî DAÎŞ û şerê li Pirdê û bi gelemperî fedekarî qaremanîya pêşmerge kir, hebûn û rola Serok Barzanî ji bo gelê Kurd wek şensekê bi nav kir!

Bê cudahî, yekîtîya hemû sazî, dezgeh û hêzên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê parast. Got ku em wek PAK-Rojhilat, ji bo hevkarî, yekîtî û yekrêzîya mala Kurd, ji her dan û standinê re amade ne!

Civîn, piştî pirs û bersivên dirêj bi dawî hat.



Print