|
Wakfa Riya Azadi, li Diyarbekrê navendeke çandî ava dike |
2018-12-28 15:19 |
|
Wakfa Riya Azadî, li Diyarbakrê cîgehekqasî 900 m2 kirî û nu hahazirî dike ku vêderê gor armancên wakfê bi kar bîne.
Yek ji rêvebirên wakfê, Abdullah Çelebî di beyana xwe da usa got:
“Tevgera Riya Azadî ku bi pêşengiya birêz Kemal Burkay kar û xebata xwe bi dehan salan ajot, li welat û li metropolan, jibo azadî û demokrasiye berhemên gelek baş dan, sazî ava kirin, gelek kadrênhêja perwerde kir, gihand û naveke baş û serbilind hişt.
“Nuha jî Vakfa me di rêça Tevgera Riya Azadî da û di bin serokatiya Burkay da, wek saziyeke sîwîl û civakî kar û xebata xwe dimeşîne.
“Wakfa me li Diyarbekrê, di Taxa Ofîsê da cigehek qasî 900 m2 kirî. Em dixwazin vêderê gor armancên Wakfê, ji bo kar û xebatên civakî û çandî wek navendekê bi kar bînin. Nuha em vê derê gor vî karî rêz dikin, me lewha xwe li wir darda kir û di demeke nêzik da jî emê civînekê ava bikin û vê dere bikin xizmeta gelê xwe.”
27ê ÇileyêPêşîn, 2018
|
|
|
|