|
Qursên zimanê Kurdî dest pê kir |
2019-01-05 17:15 |
|
Qursên zimanê Kurdî îro li Enqerê, di navenda Wakfa Riya Azadî da dest pê kir. Qasî 20 kes hatibûn. Beşekî wan ji bo fêrbûna ziman teze dest pê dikin, beşek jî Kurdî dizanin, dixwazin pêşva bibin.
Bona vê yekê ewê wek du grûb dersê bibinin. Herdu grûb jî wê roja şemîyê dersê bistînin. Qurs di saet 11.00 da dest pê dike, heya saet 16 û nîv berdewam dike.
Mamosteya wan Zerî Xanimê îro dersa pêşî da. Ew li ser elîfba Kurdî bû. Rûdaw TV jî îro hazir bû û ew çalaki wek nûçe hazir kir û şand.
|
|
|
|