2019-06-20
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Nasandina pirtûkên Elî Cefer li Komela Piştgirîya HAK-PAR ya Ewropa
2019-02-12 18:48


Roja yekşemê, 10.02.2019 an da nivîskar/lêkolînerê hêja Eli Cefer bû mêvanê Komela Pişgirîya HAK-PAR ya Ewropa. Ji pishtî silav û xêrhatinîya tevaya beşdaran Elî Cefer dest bi gotara xwe kir. Di despêkê da nivîskarê hêja berhemên xwe yeko yeko dane nasîn, wek nimûne:

-Metelokên kurdî tevî çîrokên wan,
-Helbestên ku mehricana helbestan da ta îro hatine pêşkêş kirin,
-Gotinên pêşîyan,
-Kurd nevîyên Meda ne,
-Evdirezaq Bedirxan û rola wî di pirsa kurdî da.

Nivîskar Elî Cefer di gotara xwe da qala têkilîyên kurdan û ewrupayîyan jî kir û weha got: -Cara pêşin di sedsala 10 an da li devera Nisêbînê kurd û ewropî rastî hevdu hatine. Paşê di dema Selaheddin Eyyubî da kurd û ewrupî rasterast hember hevdu sekinîne. Dema erişîyên osmanîyan da kurdên ku leşkerê wan bûn, hatine Ewrupa. Hinek ji wan zewicîne û venegeryane. Wek nimûne, Ebdulcebbarê Kerkukî li wê derê maye û bûye miftîyê Bosna Hersekê.

Nivîskar derbasî lêkolîna xwe ya dawî bû pêda çû. Gorî agahîyên ku nivîskar desxistine salên 1948 û 1949 da xwendewanên kurd hatine Ewrupa. Hinek kesên wê demê nav kirin wek. Nureddin Zaza, Îsmet Şerif Vanli, Qasimlo, birayê Qasimlo, Dr. Ehmed Zemçi û gelek kesên din, tevaya wan 25 kesbûne. Ji nava van 7 kes hatine ba hev û komelek damezirandine. Navê komelê „Komela Xwendevanên Kurd“ bûye. Komel li Swisrayê hatîye damezirandin. Di heman demê da li Bulgaristanê mehricana Yekitîya Cîwanên Cîhanê hatîye sazkirinê. Rêveberîya vê komelê jî xwestîye, ku li ser navê kurdan beşdar bin. Derfet nehatîye dayîn. Taybetî jî endamên partîya kominist yê ji Îranê dij derketine. Kurdan kincên kurdewarî xwekirine û hatine, eleqeke mezin dîtine. Gorî agahîyên nivîskar ji pişt vê bûyerê Qasimlo û birayê wî ji komelê dûrdikevin. Ya here giring jî komelê di 1949 an da bi navê „Dengê Kurdistan“ rojnameyek derxistine. Gorî agahîyên ku nivîskar desxistine 5 hejmar derketine. Giranîya nivîsaran bi zimanê fransî lê hinek nivîsar jî kurdî hatine nivîsandin.

Piştî van agahîyan nivîskar Elî Cefer derfet da beşdaran ku ew pirsên xwe bikin. Di beşa pirs û bersivan da bi giranî li ser zimanê kurdî û pêwistîya fêrbûn û fêrkirina kirina zimanê kurdî hate gotubêj kirinê. Rola nivîskaran, rola dê û bavan sûd jê wergirtina derfetên heyî, dûr û dirêj hate rawestin.
Em dikarin bêjin, ku tevaya beşdaran daxwazîyek anîn ser ziman ku, ev rojên xwendinê berdewam bin.

Dawîya seminarê da nivîskar pirtûkên xwe ji bo pirtûkhizan destnîşan kir. Bi wê hêvîyê ku, em di demeke kurt da guhdarîya nivîskarekî din bikin, tevaya beşdaran û nivîskar, berêz Eli Cefer xatir ji hevdu xwestin

Bişarê Zeynê


Print