2019-08-17
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
NEWROZ Lİ BERLÎNÊ Bİ ÇOŞÎ HAT PÎROZKİRİN
2019-03-23 12:29


· Hakan Taş, (parlamenê Partîya Keskan-Die Linke), Fevzî Eshed (Berpirsîyarê PDK li Ewrupa), Haci Cindî (Berpirsîyarê Hizbî Demoqrat Kurdistana-Îran), HusênTaşan (Berpirsîyarê Partîya Komunîst a Kurdistan-KKP), berpirsîyarê Şepela Pêşeroj, endamên ENKS, Jürgen Gottschlich (nûçevanê rojnama TAZ ya Stenbolê), Hilmar Kaiser (lêkolinvan-diroknas), Jens Rockstedt (berpirsiyarê integrasyona biyaniyan li Neukölln) beşdarê şahîyêbûn.

· KURDISTAN-TV bi zindî şahîyê weşand.

· Demokrat Taha li gel grûba xwe stranên Kurdî got.

Newroza îsalîn ya KOMKAR-Berlîn, 21ê Adarê di avahîya bi navê “KURDİSTAN HAUS“ , bi beşdarîya sedan însananve bi coşî hate pîrozkirinê.

Berênîvro, zarokên herdu hêlînên KOMKAR-Berlînê, “Kita-Hêlîn“ û “Kita-Evîn“ , di hewşên hêlînên xwe da, bi beşdarbûna dê û bavan, bi hevra Newrozê pîrozkirin.

Zarok û karmendên Kita-Evîn, hewşa “Kurdistan Haus“ , bi bendên kesk û sorû zer, bi cûre cûre gulanve xemilandibûn.



Cîhê şanaziyê ye ku, KOMKAR-Berlin, her sal bi zarokên hêlînan ra Newrozpîroz dike. Berîya pîrozbahîya Newrozê, karmendên hêlînan, zarokan fêrîsirûda Newrozê dikin, zarok li serçiroka Newrozê agahdariya werdigrin. Bi awayi, zarokên Kurd û zarokên neteweyên dinyên hêlinan, li ser dirok û kultura Kurdan agahdarî werdigrin.

Piștênîvro, hewşa“Kurdistan Haus” bi Ala Kurdistan û dirûșmên rojane ve hat xemilan din û bi wî awayî hewş, bala her kesî kişand.

Di saet 17.30 an da agirê Newrozê hate dadan. Def û zurne lê dixist, kê dihat pêșîyê xwe li ber agirê germ dikir, pașê jî govendê geşdikir.

Di şahîya Newrozê da, Kurdistan TV hazirbû. Karmendên Kurdistan TV Xalid Binavî û Xelat Berwari, bi beşdaran ra hevpevînan pêkanin û alîyê din ji bi zindî we şahîyê weşandin.



Bi navê KOMKAR-Berlin, Ünal Yardimcî xêrhatina mêvan û beșdarankir. Hêvîya Kurdistanek serbixwe, azad û demokrat va hestên xwe anî ziman.

Li tebeqad û wemîn salona EHMEDÊ XANÎ hatibûhazirkirinê. Her usa di odeyek din da jî xwarin û vexwarin li benda mêvanan û beșdaranbû.
Di salona Ehmedê Xanî da hunermendê dengxweș û hezkirî Demokrat Taha jî gel grûba xwe benda beșdaran bû.

Alîyek li hewşê, lidora agirê Newrozê, genc û kal, keç û xort bi cilên Kurdîya bi rengrengî govendê digerandin, li alîyê din li jorê jî stranbêj Demokrat Tahabi stranên cûre cûre, dilê beşdaran kêfxweş dikir. Bi gotinek din, Newroz ji zarokên 7 salî ta insanên 70 sali, bi coşî hat pîrozkirin.
Di şahîya Newrozê da, Hakan Taş, (parlamenê Partiya Keskan-Die Linke), Fevzî Eshed (Berpirsîyarê PDK li Ewrupa), HaciCindî (Berpirsîyarê Hizbî Demoqrat Kurdistana-Îran), Husên Taşan (Berpirsîyarê Partîya Komunîst a Kurdistan-KKP) her weha berpirsiyarê Şepela Pêşeroj, bi dehan endamên ENKS, JürgenGottschlich (nûçevanê rojnama TAZ ya Stenbolê), Hilmar Kaiser (lêkolinvan-diroknas), JensRockstedt (berpirsiyarê integrasyona biyaniyan li Neu kölln) beşdarbûn.

Pîrozkirina Newrozê bi vêșêweyî, wekmal batekmezin û fireh her kes bihevra șa bû û bi rastî tama Newrozê ji civînê hat.

Bi bernameyek rêk û pêk him beșdar û mêvanan him jî endamên Komelê kêfxweșkir.

Print