2019-08-17
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
PDK û HAK-PAR li Swisra panelek li ser rewşa Kurdistanê çêkirin
2019-04-03 00:10


Du partîyen Kurdistanê, Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partîya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di roja 31.03.2018 de panelek li ser rewşa Kurdistanê çêkirin.

Panel li bajarê Zurichê / Swisra çebû. Endamên van partiyên Kurdistanê û gelek kesên xelkê Kurdistanê beşdar bûn.

Panel bi destê berpirse PDK kek Sarbest Karîm Zeynel hat vekirin û rawestin ji bo şehidên Kurdistanê hat girtin. Cîgirê Serokê Giştî HAK-PAR Cafer Stêrk mêvan silawkirin û li ser dimên maha Aderê rawestiya. Gotervan Dr. Salar Osman, li ser griften Kurdistanê û li ser çareyên wê ravestiya. Li dawiyê pirsên niwanan hatin bersivkirin.

Panel di hewaki dostani da hat kirin, kurdên dervayî welêt careke dî dest û dilê xwe kirin yek. Vê panelê wek civîneke serkeftî encam da. Beşdar bi dilxweşîyek mezin belav bûn.




Print