2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şer û berdana ji buhiştê
2019-04-14 11:16
Bêjeya buhiştê ji du kîteyan pêk têt, yek jê bu, yan bûn e, ya din jî hişt, yan jî hiştî û hiştin e.

Ji wateya van herdu kîteyan tête xuyakirin, ku kesekî bûjenek û tiştek aniye û afirandiye û li cihekî hiştîye, ango tiştek bûye û li cihekî hiştine.
Bi gelemperî ew bûjena, ku hatiye afirandin dibe, ademîzad be, lawirek be, darek be, şitlek be, av be, yan jî mestek ax û kevirek be. Pirê wan jî ji zindîlokên baş û nebaş pêk hatine.

Ew zemîna ev tuxum li ser çêbûye- û bi hejmara xwe pir bûne- û dîmenên wê yên sipehî û xweşik mirov matmayî dike; ademîzadan navê wê kirine “Buhişt”.

Ligor nerîna oldaran ew cih, cihê bêkar û tiroleyan e, cihê hemû tiştêd berê “Xwedayên wan” ji buhiştiyan re amade kirine.
Oldar dibêjin:”Buhişt cihê herî xweş e di gerdona me de, em ê kilîta dergehê wê bidin we, tenê çaxê hûn bi ya me û rêbaza ola me bikin- hûnê herin wê buhişta bêdawî, ya jî agirê dojehê li hêviya we ye.”
Herweha ev derewîn ji mirovan re weha dibêjin:”Ji bilî Xwedê û pêxember û peyrewên wan kesekî din cihê buhiştê nas nake.”

Tevî ku Xwedê û pêxemberê Ereban ji Misilmanan re gotiye “Buhişta Eden” heye, lê kesek ji oldaran li ser ranaweste û napirse bê ka ev buhişt li kû ye û li kû dikeve?

Di nerîna min de, heger ew li nêzîka Mekê û Medîna Munerwer, ya jî nêzîka Şam û Orşelîmê ba, wê oldaran sibê nîvro û êvarî serê me pê gêj bikirna, lê ji ber ku cihê “Buhişta Eden” li Kurdistanê ye- û bi taybet li dora bajarê Rûhayê ye, ji wan re ne pir giring e, ku serên xwe pê bêşînin.

Di vê baweriya bê bingeh de, mirov mejiyê xwe ji sedî yekê bi kar tine.
Ew kesên rêveberiya van olan dikin, pirojeyan bi navê Xwedê û pêxemberên wî amade dikin û davêjin nav nezanan.

Derbasbûn û xwegihandina buhiştê jî yek ji wan pirojeyên wan e, ew dane bawerkirin, ku buhiştek heye. Lê li kû ye, kî çûye û lê bûye mêvan û li wan vegeriyaye. Ta niha zanistiya ramyarî nikare vê bûyerê bi rastî bighîne ber destêd mirovan.

Di nerîna min de ya rast ew e, ku mirov ne bi dû xewin û sîberan de hişê xwe bikar bîne. Ji xweza û jîngehê mirov dikare nas bike, “bê buhişta wî li kû ye?”
Hemû tiştêd ji mirovan re li ser zemînê gerek û pêwist in, hene, ji wan: Dehl û daristan, mêrg û çîmen, çiya û zozanên bilind û xemilandî, jin û mêr û keçikên bedew, gul û bilbil, lawir û tirimbêl, têldengî û bêtêlk, gemî û balafir, zêr û elmas û betrol, zîv û sifir û hesin, genim û ceh û mêw, ava şor û şîrîn û tahl, hingiv û şîranî û gezo, meya sêv û tirî, meyxane û çayxane, cihê evîn û evîndariyê, cihê lîzk û govend û şahiyan, zemîna xweş û ezmanê sayî.

Vêca çi miletê, ku deramet û abûriya wan dewlemend be- û ev tiştana li welatê wan hebin- ew welat “Buhişta wan ya rengîn e.”

Lê hemû miletên belengaz, yên ku ev tiştên ji jiyanê re pir giring in- û di welatên wan de tunene; ew her kêlîk û demjimêr û roj di xewnên xwe de vê xweşiyê dibînin.

Wê çaxê keysbazên sermayedar û older bi rola xwe ya kirêt radibin- û wan di rêka olê re germ dikin, ji bo pariyek nan û ava şîrîn, meya sêv û tirî vexwin û goştê sor û xweş bixwin- û evînê bi jin û keçikên bedew yên dîlgirtî bikin. Di dawiyê de jî ji bo bibin “Buhiştî” mîna gurên har bi êrîş û şer berên wan didin welatên xweş ji bo talan û wêran bikin.

Miletên ji berê de welatê wan buhişt e, berevaniyê di ber xwe û xaka xwe de dikin. Berûvajî wan siftî, miletên pirê welatê wan beyaban e, xwe ji bo vê “Buhiştê” didin kuştin, mîna: Ereb, Faris, û Tirk û hinek miletên Ewropayê û dagirkerên din……

Mehna wan jî bo vê talan û dagirkirinê, ew e, ku Xwedê ji wan xwestiye van nebawermendan talan bikin û bikijin.

Di wî şerî de hişk û ter dişewitînin; zarok û kal û pîran dikujin; zorlêkirinê li jin û keçên xweşik û qeşeng yên dîlgirtî dikin.

Ew welat û gund û bajarên bi xwe buhişt in; têtin talan û dagerkirin.
Bera xwedanê wan didin- û yên ji ber zordariya wan xwe rizgar bike; li welatên biyanî mîna parsek û penaberan dijîn.

Dawî bi wê dagerkirinê re gefdar û mêrkuj; ferman û xap û derewên older û Xwedayên xwe cîbicî dikin.

Tevî ku ew nizanin bê cihê “Xwedê û buhiştê” li kû ne. Van hovan sûnd xwarine, ku ji bo “Xwedayê” Ew pê bawer in- navê ola xwe di cîhanê de bilind bikin- û mirovên bêguneh serjê bikin û bikujin. Û heger ew bi xwe bêne kuştin, wê ji pakrewanên buhiştê bêtin hejmartin.

Bi wan kiryaran bawer dikin, ku wê Xwedê û pêxember û şêx û rêberên wan li vê cîhanê û cîhana din ji karê wan qayil bin. Û bawer dikin jî, ku ji sedî sed wê dergehê buhişta sermedî û jiyana bêdawî ji wan re bête vekirin; û li wir heftê perî jî li benda wan hovan in.

Di vê babetê de, tê bîra min, rojekê em li şîngeha hevalekî min rûniştî bûn. Li bin kon Xwedê jêxweş “mele Isma,îlê pêjo” yê jêre digotin:” melê Boblaniya” Ew ê ku bi xwe ne nîv mele bû- û xelkê gelek caran tinazî û qeşmerî û henekên xwe bi derew û peyvên wî dikirin.

Li ser çûna buhiştê dipeyivî û digot:” Çi kesê ji bo Xwedê û qenciyê kar bike, ew ê here “Buhiştê”- û hemû hêviyên di dilê wî de li wir hene- li wir ferişte berdestiyê ji wî re dikin- û Xwedê ji her yekî re heftê horî terxan kiriye- û mirin jî di buhiştê de tuneye- mirov timî li wir xort dimîne.”
Di wê şîngehê de tenê wî li ser xweşiya buhişta di sere wî de bû dipeyivî û bi taybet, ya ku Xwedê ji mêran re terxan kiriye.

Wê çaxê ez rabûm û min bi dizî weha gote Xwedê
jêxweş Cemîlê Hecî Esed ”Bavê Mizgîn”: Bavê Mizgîn! Ka ji kerema xwe ji mele Isma,îl bipirse, bê wê rewşa jinê di buhiştê de çawa be? Ji ber ew tenê li ser xweşiya, ku Xwedê ji mêran re terxan kiriye, dipeyive.
Bavê Mizgîn yek nekir dudo û pirsa min ji mele kir.

Hemû kesên li şîngehê bi wê pirsê keniyan û melê Isma,îl ê nezan û canbaz weha bersiv da:”Jina çê, wê here buhiştê û çênabe kesek nêzîkî wê bibe û destêd xwe bighînê, ew ê li benda hevjînê xwe bimîne heyanî hevjînê wê ji dojehê derkeve û here buhiştê.”

Bavê Mizgîn lê vegerand û got:” Ê mele Isma,îl, bi Xwedê ev ne rast e, ma ne zanyarên olan dibêjin, her gunehek azarê wê heftê sal e di nav agirê dojehê de, de yabo! Ka bi min re bihejmêre! Ku hevjînê wê jina çê deh guneh kiribe, ma ne wê hefsed salî di dojehê de bimîne. Wê çaxê heya hevjînê wê ji dojehê here buhiştê. Wê yên li dora wê jinê felaketan bi serê wê de bînin, Mele!”

Belê, mele Isma,îl bi wan raman û nerînên derew û bê bingeh ziyanên mezin dighandin civata kurdî. Me dûrî “Buhişta welatê me” dikir- û rêka buhişta derew şanî me dida.

Ji lewra xwediyê vê durûtiyê û van nerînan; nifşekî qahf seqet û pir nezan bi dû xwe de dihêlin û civatan dixin nav reşî û tariyê de.

Jixwe daxwaza sermayedar û oldaran ew e, ku milet di nav xewn û sîberan de bimînin- û ticarî rêka rast û dirust şanî belengazan nekin, ji bo wan timî dûrî xwendin, pêşketin, avakirin, azadî û rizgariyê bihêlin, da ku karibin bi hesanî welatê wan dagir bikin.

Di pirensîpên dagirkeran de yek tişt tenê heye pir eşkere û zelal e. Ew jî dema çete û zordar û tawankar û xwînmij, por incik, rih gemar û rû kirêt welatên din dagir dikin- û kal û pîr û zarokekan dikujin û dibêjin:” Em ê di rêka vê dagirkirinê û kuştinê re herim “Buhiştê” û ew wê herin “Dojehê”.”
Ev bingeh û kiryarên bê dad û nihad bersiva gelek pirsan li cem mirovên xwedî pirensîp dide- herweha wateya guncaw di nav buhişta derew û ya rast de jî dide.

Bawere-Omeri@hotmail.com


Print