2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HEYA ROJA AZADÎYÊ
2019-05-13 19:21


Heval û xwendevanên delal,
Ev nivîsa min 20 sal berê di rojnama Roja Teze da derketi bû, bi navê Ferhad Can. Roja Teze rojnameyeke hefteyî bû û li İstembolê derdiket.
Bawer im, ev nivîs îro jî bala we bikişîne.

Kemal Burkay

HEYA ROJA AZADÎYÊ

Ji ber ku rojnama Hêvî midetek berê weşana xwe sekinandibû, min jî firsend ne dît li ser gelek tiştan raya xwe binivîsim. Lê di vê navberê da guhartinên teze çêbûn.

Li Îmralî mehkema Ocalan dest pê kir û di nav mehkî da xilas bû. Mehkemê ceza dardakirinê da. Ev biryar di van rojan da diçe ber mehkema bilind. Xuya ye ew jî cezayê tesdîq bike. Piştî wê mesele tê ber Meclîsa Tirkan.
Li ser îfada Ocalan ku wî li mehkemê da, gelek axaftin çêbû û hîn jî dibe. Ocalan got: "Bo xatirê aşitî û demokratîyê firsendekî bidin min. Da ku şerê PKK bisekinînim, xelkê serê çîyê daxinim jêr. Bila êdî xwîn nerije.. Ez, piştî 20 salan teze pê hesîyam ku rîya şer şaşî bû. Kar olaxên sîyasî yên aşitîxwaz û demokratîk baştir in..."

Ocalan her usa jî got: "Ez dewleteke serbixwe êdî naxwazim. Heya federasyon û otonomîyê jî naxwazim. Ev daxwaz ne li cî ne.

Dewleta "unîter" baştir e. Ez tenê komara demokratîk dixwazim. Ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim. Eger min heya nuha gelek şaşî kirine, dixwazim nah şunda jî şaşîyên xwe telafî bikim. Hûn çi dixwazin ezê wê bikim..."

Ocalan her usa jî got: "Ew serhildanên Kurdan ên berê, ya Şêx Saît, Dêrsim û hwd. hemû kevneperest bûn, feodalî bûn, dijî Komara Tirkîyê bûn. Bona vê yekê jî Mistefa Kemal bi şikandina wan tiştekî baş kir.. Lazim bû usa be. Kemalîzm îdeolojîyeke baş e û ez pêra me..."

Ocalan ji bo hukma Kurdî ya li başûr jî got: "Ew xetereke mezin e ji bo Tirkîyê ku bi destê Îngilizan pêk tê. Ez dijî wê me. Ez dixwazim Mûsil û Kerkûk jî di nav sînorên Tirkîyê da be, ango "Mîsaqî Mîllî" temam be..."
Belê xwendevanên delal, Ocalan -gotin bi gotin nebe jî- bi vî awayî qise kir. Konseya Serokatî ya PKK jî beyanek derxist û got: "Em bi Ocalan ra ne, ew çi dibêje li cî ye.."

Mesela parastinê li dadîgeha Tirkan da bi vî rengî çêbû. Ma hewce ye ku em li ser van gotinan raya xwe bêjin? Hertişt ne zelal û eşkere ye?..
Nah şunda wê çi be? Tirk Ocalan darda dikin yan nakin? Nizanim. Nikarim sedî sed tiştekî bêjim. Dibe ku bêjin: "Ne hewce ye êdî, em wî darda bikin; ji xwe hatîye ser gotina me. Di hepsê da bimîne çêtir e..." Dibe ku dîsa jî wî darda bikin û pê dilê xwe sar bikin. Bêjin: "Kî ku dijî dewleta me derkeve dawîya wî ev e..."

Lê ez bi xwe dijî dardakirina Ocalan im û naxwazim tu kes darda bibe. Dardakirina wî xizmeta tu tiştî nake. Ez dixwazim dewleta Tirk li rê-olaxên aşitîxwaz bigere.

Lê aşitî çawa çê dibe. Ev jî ne wek gotinên Ocalan, lê li ser dadîyê çêdibe. Divê Pirsa Kurd bi dadî û li ser bingehê wekhevîyê bê çareserkirin, heqê Kurdan bê naskirin.

Daxwazên milletê Kurd eşkere ne, ne hewce ye ku ez, careke din yek bi yek ducar bikim. Heqên çandî, îdarî û sîyasî…

Serxwebûn jî layîqî Kurdan e federasyon jî. Dewleta Tirk bo sed hezar Tirkê Qibrisê federasyonê jî kêm dibîne, konfederasyonê dixwaze. Ma em bîst mîlyon Kurdê bakûr çima nexwazin?

Xwezî Ocalan di mehkemê da ew gotinên şaş nekira, baş ber xwe bida û doza Kurdan biparasta. Lê doza me bi merivekî û partîyekê ra girêdayî ni ne. Ev doza milletekî ye; meriv û partî tên û diçin, lê millet û doza xwe her dimîne.

Heya ku ev pirs li ser bingehê dadî û wekhevîyê çareser nebe, berxwedana Kurdan jî wê her hebe. Heya roja azadîyê...
Bila herkesek vê yekê baş bizane!

10 Tîrmeh 1999
Roja Teze 2
Print