2019-07-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji alî tevaya kurdan ve hat pîroz kirin
2019-06-10 22:39


Îro li parlemna Herêma Kurdistanê, Nêçirvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê sondxwar û dest bi erkê xwe kir. Di merasima sondxwarınê da, Barzanî destê xwe danî se Qur’anê û sond xwar û dû re dest bi axaftina xwe kir.

Di vê kombûna dîrokî de ji her çar parçên Kurdistanê jî gelek nûnerên partî û rêxistinan beşdar bûn.

Di nav vexwendiyan de Serokê Weqfa Rêya Azadî birêz Kemal Burkay û Serokê Giştî yê HAK-PARê birêz Refik Karakoç jî beşdar bûn û Serokkomarê Kurdistanê yê nû Nêçîrvan Barzanî pîroz kirin û jê re serkeftin xwestin.

Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê yê nû, di nav tevaya kurdan de bi şahî û kêfxweşî hat pêşwazîkirin.



Print